Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta 52 salvegera peymana 11ê Adara 1970ê peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de dibêje: Eger desthilata wê demê ya Iraqê rêz li wê li peymana 11ê Adarê girtibûye, dê welat û paşeroja nifşên wê ji çendîn şer û zehmetiyan bihata parastin û niha Iraq bi tevahî welatekî din ê seqamgîr û avedan û pêşkeftî bûya. Rêkeftina 11ê Adarê giringtirîn destkefta dîroka nû ya têkoşîna azadîxwazî ya gelê Kurdistanê ye ku bû yekem belgenameya yasayî û naskirina mafên wê yên rewa.”
Berdewamiya daxûyaniya xwe de serok Nêçîrvan Barzanî dibêje: Tevî ku desthilata wê demê ya Iraqê paşê ji wê rêkeftinê poşman bû, lê belê bû bi sedema nasandina doza gelê Kurdistanê li ser asta cîhanê û bingehek bo destkeftên wê yên paşê yên di raperînê de û damezrandina statuya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê. Divê em hemû li Iraqê îbretê ji wê dersê werbigrin û bi parastina federalîzmê û mafên destûrî yên hemû pêkhateyên Iraqê, niha û paşerojeke baştir ji bo nifşên xwe dabîn bikin.
Nêçîrvan Barzanî got:Bila em vê helkeftê bikin handerê pêkvebûn, tifaq û yekrêziya gelê Kurdistanê ku wê demê jî serkeftin û Rêkeftina 11ê Adarê jê çê bû, her bi wê jî em dikarin maf, niha û paşeroja statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê biparêzin.