11ê Adar û ew dersa ku divê jê fêr bibîn
Peymana 11ê Adara 1970 girîngtirîn belgenameya dîrokiye li navbera Kurd li gel dewleta “bi navê Iraq”ê. Li destpeka damezrandina wê dewletê, heta îro bûye hewêna çendîn danûstandin û peymanên din.
Li bîra mine sala 1973 li gel bav û dayika xwe, me serdana devera Çoman û Hacî Omeran kir. Sibehiyeke zû bi hilû hilûya xweş ya dayika xwe hişyarbûm. Ewe jî ji ber derbasbûna Nemir General Mistefa Barzanî û hevalên wî bû ku bi deverê da derbas dibûn. Wê demê hemû xelkê Kurdistanê xweşhal bûn û aramiyek li Kurdistanê ve diyar bûbû. Ji bo wê yekê ew jî bi geşbîniyê ve li paşarojê temaşe dikirin. Lê belê wekî dizanin Hikûmeta wê demê ya Iraqê li kirdariyê de amade nebû hengav ji bo bi cîhkirina peymanê bavêje û peymana bihara geş, radestî payîza şikestî kir.
Piştî wê jî, demeke zêde Hikûmeta Be’es dest bi destgîrkirin, kuştin û gullebarankirina ciwanên Kurdan kir, birayên min jî ji wan ciwanan bûn bi destê çepelê Be’es ve hatin gullebarankirin. Paşê jî ew pela tirsê bi kîmyabarankirin û enfal û veguhestinê berdewam bû heta adara 1991.
Serhildan û raperîna 1991 li demek da hate holê ku Kurdistaniyan li bêhêviyeke kûr da dijiyan. Lê belê rewşa siyasiya navçeyê ya piştî şerê Kendavê, rewşeke baş li raperînê da rexsand bi alîkariya cemawerê û Pêşmergeyê Kurdistanê serhildan pêkhat.
Ez yek ji wan kesan bûm ku min beşdariyê li serhildana Hewlêrê da kir û wekî jinek hatim ser kolanan û me Be’esiyan ji bajar derxist. Ez heta niha jî wan kêlî û çirkesatên wê rojê ji bîr nakim, enerjiyê jî ji wan rojan werdigrim. Lê belê li gel ewe da jî, min baweriyeke tevahî bi pêkvejiyan û çareseriya aştiyane heye. Heman demê de pêwîste em Kurd ji wê dersa destpêkirina hikûmeta yek bi yekên Bexda bi başî têbigihîn û pend û ders jê werbigrîn. ji ber ku her dema hikûmet li Bexda lawaz dibê û tûşî qeyranên navxweyî yan derekî dibê. Daxwaza danûstandin û peymanan li Kurd dike, lê belê ku piçek bihêz dibê û qeyran berev pîriyê diçin, peymanan ji bîr dikin, êrîşî me dikin, li dijî serkirde û serhildanên me plananan dikin.
Kêşeya herî mezin eweye ku heta niha jî heman eqliyet li Bexdayê bi awayeke berfireh heye û hê jî kevin nebûye û ji aliyê hinek kes û grûpan ve tê pêşxistin. Xala dawî eweye ku desthilata fermî ya Herêma Kurdistanê hemû hêkên xwe nexin nav sepeta Bexdayê, heman demî de ku li gel wan jî kar bike, divê bîr û ramana plana B û C bikin.
Dr Xanzad Ehmed