Civak

Erdogan pîrozbahî li Batman Petrolsporê kir

Batman Petrolspor dilîga xwe de bû yeme û şampiyonî destve anî. Batman Petrolspor derket lîga yekê. Bi vê minasebetê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Batman Petrolspora pîroz kir.

Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

Erdogan di peyama xwe de dibêje:

“Ez Batman Petrolspora ku bi performanseke serkeftî derket Lîga 1emîn a TFFyê û hemû birayên xwe yên Êlihî ji dil pîroz dikim.

Ez di sezona pêşiya me de di Lîga 1emîn a TFFyê de ji Batman Petrolsporê re serkeftinê dixwazim.”

Hefteya borî tîma futbolê ya Batman Petrolsporê, di Lîga Duyem a Koma Spî de li deplasmanê bi encama 3-2 zora Sîncan Belediye Ankarasporê bir.

Bi vê serkeftinê re Batman Petrolsporê 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê şampiyoniya xwe ragihand û derket Lîga Yekem a Tirkiyeyê.

Back to top button