11- Adarê: Otonomiya Kurdistanê û Rizgarbûna Hewlêrê û Dersên Dîrokî…
Meha Adarê ji bo neteweya kurd, mehek girîng e. Di meha Adarê de ji bona kurdan rojên gelek dîrokî qewimîne. Bi taybetî jî girîngiya meha Adarê ji Newrozê tê. Lê ji bona neteweya kurd meha Adarê xwediyê bûyerên din yên dîrokî ne jî.
11ê Adarê jî, ji bona kurdan rojeke wusa ya dîrokî û girîng e. Ez dixwazim di 11-ê Adarê de li ser dû bûyerên dîrokî û girîng, rawestim.
Damezrandina Otonomiya Kurdistanê…
Wek tê zanîn, Kurdistan, piştî encama Peymana Lozanê, dema bû çar parçe û bû weletekî kolonî ket bin bandora 4 dewletên kolonyalîst (Komara Tirkiyeyê, Îranê, Suriyeyê, Iraqê) û mafên neteweyî yên neteweya kurd ji aliyê van dewletan de hatin xesip kirin, li hemû beşên Kurdistanê berxwedan û serîhildanên bi çek dest pê kirin.
Beriya Komara Mehabadê ya Kurdistanê ava bibe, li Başurê Kurdistanê jî serîhildan hebû û ev serîhildana di bin serokatiya Berzaniyan de dom dikir, şikest xwaribû. Loma jî Mele Mistefa Berzanî li Rojhilata Kurdistanê têkoşîna xwe dom dikir. Dema ku li Rojhilata Kurdistanê damezirandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê dest pê kir, Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî, di damezirandina Komara Kurdistanê de rolekî girîng lêhîstin. Mele Mistefa Berzanî bû serleşkerê Komara Kurdistanê.
Dema ku Dewleta Kolonyalîst ya Îranê biryar da ko êrişî Komara Mehabadê ya Kurdistanê bike, Qazî Mihemed û serokatiya komarê biryar dan ku bimînin û bi qedera neteweya kurd re qedera xwe bikin yek; Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî biryar dan ku biçin Yekîtiya Sovyetan. Berzanî û hevalên wî, bi meşeqeteke gelek mezin bêyî ku zerar bibînin gelek bi ustatî derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn.
Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî, li Sovyetê jî zehmetiyên gelek mezin dîtin û li Yekîtiya Sovyetan ji hevûdu dûr li Komarên Sovyetên jiyana xwe heta sala 1958-an dom kirin.
Evdilkerîm Qasim encama darbeyeke leşkerî Qral Faysal ji desthilatdariya Iraqê di sala 1958-an de dûr xist, biryar da ku li İraqê guhertin bike. Ji bona guhertinê jî, neteweya kurd û serokatiya wê, aktorekî siyasî û civakî ya girîng bû. Loma jî di makezagonê/desturê de guhertin pêk anî. Di makezagonê de hat diyar kirin ku Iraq, ji neteweya kurd û ereb pêk tê.
Vê guhertinê jî diyar dikir ku neteweya kurd dê li welatê xwe desthilatdar be û bi neteweya ereb re jî, desthilatdarî parve bike.
Piştî ev guhertina li Iraqê, desthilatdariya siyasî, ji bona ku Berzanî û hevalên wî vegerin Iraqê, di desthilatdariya siyasî de bibin şerîk, derfet pêk anîn. Encama vê biryarê Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî biryar dan ku vegerin Kurdistanê. Ji bona vê pêşî çûn Misirê û bi Nasir re hevûdîtin kirin, pişt re jî hatin Iraqê. Vegera Berzanî û hevalên wî, li tevayî Kurdistanê tesîrek mezin çê kir, ji bona tevgera milî ya Kurdistanê jinûve bivejîne û xwe organîûze bike, rolekî girîng lêhîst.
Berzanî û hevalên xwe piştî ku vegeriyan Iraqê û Kurdistanê, ji bona avakirina rejîm û sîstema plûral a dumiletî dest bi xebatê kirin. Di destpêkê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) reorganîze û legalîze kirin, kongreya partiya pêk anîn û dezgehên partiyê ava kirin. Partî, di demeke kurt de bû rêxistineke kîtlewî û piştgiriya hemû beşên civata kurd girt.
Hezar mixabin vê rewşê demek dirêj dom nekir. Desthilatdariya navendî ya Iraqê guhertinên di qanûnan de pêk anîbûn, di jiyanê de pêk neanîn. Dema ku Berzanî û PDKê ev dûrûtî û sextekariya desthilatdariya siyasî dîtin, wan jî tedbirên xwe girtin û çûn bi her awayî li Kurdistanê bi cîwar bûn. Li Kurdistanê xwestin ku bi desthilatdariya siyasî re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hezar mixabin piştî hemû hewildanan derket holê ku desthilatdariya siyasî statuya berê ya kolonyalîst û faşîzan dixwaze bidomîne.
Berzanî û PDKê dema dîtin ku bi rêya aşitî û sivîl pirsgirêk çareser nabin, biryar dan ku rêya şerê çekdar bi kar bînin, Ev yeka jî, gelek aşkere ji reya giştî ya Iraqê û dinyayê re jî îlan kirin. Encama vê biryarê, Şoreşa Îlonê di 1961-an dest pê kir. Şoreşa Îlonê di demek kurt de piştgiriya gelê kurd li hemû beşan qezenç kir. Ji hemû beşên Kurdistanê şervan û kurdperwer beşdarî şerê çekdarî bûn.
Berzanî û PDKê li hemberî Dewleta Iraqê, di demeke kurt de mewziyên mezin qezenç kirin, gelek herêmên Kurdistanê ji destê hêzên leşkerî yên dewletê derxistin û rizgar kirin. Li wan herêman jiyaneke kurdewarî ya siyasî, civakî, çandî, perwerdeyî ava kirin.
Têkoşîna Berzanî û PDKê, heta sala 1966-an bê pirsgirêk dom kir. Hezar mixabin di sala 1966-an de di nav partiyê de cûdabûneke gelek mezin pêk hat û partî bû dubeş. Xerabtir pirse ew bû ku ji bona çanda demokratîk û pirrparticitî pêk nehatibû, di navbeyna herdu terefan de şerekî dijwar pêk hat. Beşa ku di bin serokatiya Îbrahîm Ehmed û Celal Telabanî de bû, piştî demekê bi hikumeta Iraqê re tîfaqek pêk anî, loma jî tahrîbat û zerar gelek mezin bû.
Ew tîfaqa di navbeyna hikumet û Îbrahîm Ehmed/Celal Telabanî de her çiqas di destpêk ê de zerar da şoreşê jî, piştî demekê refleksa milî ya kurdî xurttir kir.
Dewleta Iraqê, her ku diçû gelek herêmên Kurdistanê wenda dikir. Ji dervayî bajaran kontrol bi tevayî ketibû destê pêşmergeyan. Hikumeta Navendî ya Iraqê di sala 1970-yî de dît ku nikare zora Şoreşa Kurdistanê bibe, biryar da ku bi serokatiya Başurê Kurdistanê re peyman çê bike. Serok Berzanî û serokatiya şoreşê, ev pêşniyara êrenî/pozîtîf pejirand.
Lê Berzanî ji bona peymanê neçû Baxdatê.
Peyman, li Kurdistanê, di 11-ê Adar a 1970-yî de, di navbeyna baasê û serokatiya Kurdistanê de hat erê kirin û pejirandin. Bi Peymana 11-ê Adarê Otonomiya Kurdistanê ava bû û desthilatdariya Kurdistanê ket destê Berzanî û PDKê. Li Iraqê jî kurd bûn şerikê desthilatdariya dewletê.
Otonomiya Kurdistanê ji bona hemû kurdan, piştî Komara Meheabadê ya Kurdistanê bûyereke dîrokî ya duyem bû. Her kurdek pê kêfxweş bû û piştgir bû.
Lê hem dewleta tirk, hem jî sosyalîst û nîjadperestên tirk, ji damezirandina Otonomiya Kurdistanê gelek eciz bûn û ji bona Tirkiyeyê xeter dîtin. Ji bona ku Otonomiya Kurdistanê jiholê rabe û hilweşe, xebat kirin.
Gorî Peymana 11-Adar a 1970-yî, desthilatdariya otonomiyê gelek fireh bû, mirov dikare bibêje ku otonomî nîv dewletek bû. Iraq jî, bi vê peymanê dibû wek dewleteke konfederal. Otonomî xwediyê leşkerên xwe bû, hemû dezgehên xwe jî ava kir û li ser wan jî desthilatdarî pêk anî. Sînorê Kurdistanê, ji dervayî Kerkûkê hat diyar kirin. Sînorê Otonomiyê, ji sînora Dewleta Federe ya Kurdistanê firehtir bû û Musul jî di nav desthilatdariya Otonomiyê de bû. Statuya Kerkûkê jî, dê di encama plebîsîtê de diyar bûbûya. Plebîst jî dê di çar salan de pêk bihata.
Hikumeta merkezî, ji bona ku baş dizanî ku Kerkûk” piştî plebîsıtê bi Kuırdistanê re bê girêdan, dest bi provokasyonan kir. Heta du-sê car xwest ku serok Berzanî bi suîkastê bikuje.
Encama siyaseta dewleta Iraqê ya kolonyalîst, li Kerkûkê plebîsît pêk nehat, statuya Kerkûkê bû sedem ku di navbeyan desthilatdariya Otonomiya Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê de şer derkeve.
Wê demê Baas sosyalîst dihat nas kirin û Yekîtiya Sovyetan jî piştgiriya baasê dikir. Loma jî hemû sosyalîst, dewleta Tirk û Suriyeyê jî ji bona ku kurd di şer de bisernekevin xebat kirin. Dewleta Îranê jî, di destpêkê de ji kurdan re piştgirî dikir. Piştî salekê ji bona Dewleta Iraqê li Kendavê/Korfezê erd û petrol pêşkêşî Îranê kir, Dewleta Îranê piştgiriya xwe ji kurdan qut kir. Ji bona ku Dewleta Yekgirtî ya Amerîkayê bi rêya Îranê ji kurdan re piştgirî dikir, wan jî bi zora Îranê piştgiriya xwe birî.
Di navbeyna Iraq, Îran, Tirkiye, Suriye û Cezayîrê de Peymana Cezayîr pêk hat. Encama vê biryarê diyar bû ku hemû dewletên kolonyalıst dê bi hev re li hemberî kurdan şer bikin.
Berzanî, ji bona ku pêşiya jênosîda neteweya kurd bigre, biryar da ku şer rawestîne û çekên xwe teslîmî Îranê bike.
Pişt re belgeyên derketî jî ew nerîna Berzanî rast derxist.
Şerrawestin bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê hilweşe û Kurdistan dîsa bikeve bin desthilatdariya Dewleta Iraqê. Otonomiya Kurdistanê di Adarê de ava bû û di adarê de jî hat hilweşandin. Bi hilweşandina Otonomiya Kurdistanê neteweya kurd gelek xemgîn û birîndar bû, baweriya xwe li dinyayê şikand, derfetek din ya dîrokî wenda kir.
Ji hilweşandina Otonomiya Kurdistanê, hem dewletên kolonyalîst û hem jî sosyalîst û nîjadperestên wan dewletan gelek kêfxweş bûn. Partiya Komûnist ya Iraqê li cem baasiyan li hemberî kurdan şer kir.
Sosyalîstên kurd, bi taybetî jî Partiya Kemal Burkay sedema têkçûna Otonomiya Kurdistanê fahm nekir. Kemal Burkay gelek aşkere diyar kir ku Berzanî bona sosyalîst nebû, kevneperst, temsîlkarê feodalan û serok eşîran bû, li dijî emperyalîzma Emerîkayê nebû, loma şer wenda kiriye. Wî û sosyalîstên kurd fahm nekirin ku şerwendakirina Berzanî girêdayî îdeolojiyê nebû. Heger Berzanî sosyalıst bûya jî, şer wenda dikir. Tê zanîn ku dema şerê kurdan û dewleta Iraqê dest pê kir, Berzanî dostê Yekîtiya Sovyetan bû. Lê wê dostaniyê pêşiya têkçûna Otonomiya Kurdistanê negirt.
Hilweşandina Otonomiyê ji bo miletê kurd bû qonanek û pêngavek nû. Piştî ku Otonomıya Kurdistanê hat hilweşandin, miletê kurd, bi rêya PDK/Giyade Muwaqqet û bi rêya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNKê), xwe xurttur bi rêxistin kir. Encama têkoşîna PDKê û YNKê, miletê kurd, Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû.
Rizgarbûna Hewlerê…
Piştî ku di sala 1975-an de Otonomiya Kurdistanê hilweşiya, bajarên Kurdistanê û Hewlêr jî ket bin bandora Dewleta Iraqê. Ew desthilatdariya Dewleta Iraqê li Hewlerê, li Sileymaniyê, li Duhokê, heta sala 1991-an dom kir. Di sala 1991-an de piştî Şerê Kendavê yê Yekem Hewlêr, di 11-Adara 1991-an de rizgarbû û Kurd li Hewlerê desthilatdar bûn.
Rizgarbûna Hewlerê bû destpêkek ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bibe.
Di 11-ê Adarê de rizgarbûna Hewlerê loma jî bi mîhrêcanên girse hat pêroz kirin. Ez jî silavên xwe ji gelê Hewlerê bi rê dikim, Hewlerê û gelê Kurdistanê pîroz dikim.
Amed, 13. 03. 2011
Îbrahîm GUÇLU