Îroj

10’ê Rêbendan

10’ê RêbendanDi sala 1946’an û rojekî wekê îroyê de lijneya Neteweyên Yekbûyî cara ewil li Londonê civiyan. Di vê civînê de 51 welat hebûn.Neteweyên Yekbûyî (Neteweyên Hevgirtî, Neteweyên Yekgirtî; bi îngilîzî The United Nations) anjî bi kurtî NY mezintirîn rêkxistina navneteweyî ye. NY di sala 1945’an hate damezrandin.Neteweyên Yekbûyî (NY; bi îngilîzî UN) piştî Şerê cîhanî yê duyemîn hat damezrandin bi armanca rêgirtina li ber cengên navneteweyî û rêxweşkirina li ber aştiya herherî.Niha hema bêje hemû Lîsteya dewletên serbixwe yên cîhanê endamên NY ne.Baregeha NY li New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.Dewletên endam nûnerên xwe dişînin wê baregehê daku li ser mijarên cîhanî gotûbêjan bikin û birryaran bidin.Neteweyên Yekbûyî şeş dezgehên bingehîn û jimareyek mezin jî dezgehên taybet hene.Dezgehên bingehîn yên NY•    Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî•    Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî•    Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî•    Dadgeha Navneteweyî•    Encûmena Spartinê (êdî naxebite)•    Encûmena Aborî û CivakîDezgehên taybet yên NYDezgehên taybet yên Neteweyên Yekbûyî:•    Fona Zarrokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF)•    Rêkxistina Saxlemiyê ya Cîhanî (WHO)•    Rêkxistina Qût û Çandinê (FAO)•    Rêkxistina Perwerdeyî, Zanistî û Çandeyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO)•    Rêkxistina Karî ya Navneteweyî (ILO)•    Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF)

Back to top button