Cîhan

Li Tirkiye sistem diguherê CHP li ber xwe dide

Li Tirkiye guhertina 18 meddeyên destûra bingehin hate rojeva parlementoyê. Guhertina destûrê guhertina sistema îdara dewletê li Tirkiyeye. Ji bo vê jî ji bo Tirkiye ev guhertin gelekî giringe û sistemê diguherê.Wek tê zanin AKP dixwaze sistema serokatiyê bîne, CHP li dij derdikeve. AKPê li gel MHP li hev kir û desturek nû amade kirin. Di komisyona desturê ya parlementoyê de bi tundî hate gotubêj kirin. Piştî vê derbas bû û ji doh ve ketiye rojeva parlementoyê. Hemû partiya dîtinên xwe gotin . HDP di tu prosesa parlementoyê de dengê xwe bi kar nayne. CHP li dije û AKP Û MHP li gelin.Doh piştî gotubêjên tund dengdan çêbû. Ka gelo bila ev guhertin di parlementoyê de bêne gotubêj kirin yan ji rojeva parlementoyê derkeve. 480 parlementera dengê xwe dan. Ji wan 338 denga got erê.Tê hesab kirin heta 15 roja guhertina destûrê bibe babetê gotubêja di parlementoyê de.

Balkêş e ?
Close
Back to top button