Polîtîk
Serokwezir pîrozbahî li Papayê nû kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyamekê de li ser hesaba xwe ya tora civakî ya Xê pîrozbahî li Papa Robert Francis Prevost kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ez bi germî pîrozbahiyê li Qedaseta Papa Robert Francis Prevost (Leo XIV) dikim, ji ber hilbijartina wî wekî Serokê Dêra Katolîkî.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Ez hêvîdar im Papatiya wî bibe sedema aştî, diyaloga di navbera olan de û lihevhatinê.”