Berxwedana Kurd û Kurdistanê
Dilciwan Helbest
Dicîhanê de tu Milet a û tu qewm a bi qasî gelê Kurd ser hildan ûberxwedan nekirn e! Li tu welata hewqas zulm û zor, kotekî, girtinû kuştin û talan kirin û koçberî, wêran kirin û sergom ûzîndan tu millet a nedîtin e! Tu kesa hewqas bedel nedaye. Ev zulmû zor û kotekî ev wahşîyet li ser gelê Kurd hîn berdewam e, boçî?
Bîstû heşt raperîn ê Kurda çêbûn û yek jî bi serneket bo çî ?Ev gelek girîng in ku mere baş bi fikirê sebebê van ceng û şerançibûn ku gelê Kurd bi serneket ? Pêwîst e ku herkes van bûyera, van dîroka bixwînê û baş şîrove bikê û bifesilê nê.Divê mere aqil û pêzanîyan ji van raperîn û berxwedan ê Kurdabigrê.
Disala hezar û heşsed û şeş a de li Kurdîstana başûr MîrêBaban îsyan kir. Bi dûv de Mîr Mihemed ê Rewandûzzê dest pêkir. Mîr Mihemed berxwedanek mezin kir! Mîr Mihemed febrîqa sîlehaçêkir, ordîke bi rêk û pêk çêkir, lê mixabin bi serneket.
Boçî biserneket ? Pêwîste herkes wê sebebê bixwînê ancex fêmbikin bo çî Mîr Mihemed biştî wê ordîya bi hêz û wan çekêpêşketî bo çî têkçû? Ezê hinekî bi kurtayî binivîsim. Diwê demê de bîst û heşt 28 Mîrê Kurda hebûn, temama pêşîarî mîr kirin. Lê dûre arîkarî ji ser qutkirin, ev çi bû?
ŞêxulÎslam ê Osmanîya li nava Kurda li dijî Mîr Mihemed goterê nebaşbalav kirin gotin: “Mîr mihemed li dijî Xelîfê Îslamê şerdikê! Temamê mîrê Kurda paşde zîvirîn ji xeynî Mîr Bedîrxan,Bedirxan wekî mîr û mêra arîkarî berdewam kir, lê têrênekir.
DûvreMîr Seîd, dûvre Mîr Bedîrxan, Şêxê Nehrî û Şêx MahmudBerzencî, Şêx Seîd û Axrê Îhsan Nûrî Paşa û Seyîd Rîza,Qadî Mihemed, werhasil temama peyhev de berdewam kirin tevan bisernekettin…
Emîro li vî halê amade, em binerin, ka ev gelê me bi çi şêweyîye? Ez mînakê bêjim Mele Seîdê Kurdî gotiye: “Sê tiştêxerab di nav me Kurda de hene heta ku ev hersê nexweşî di me dehebin em van nexweşîyan nûjdar nekin emê di vî halî de bimînin.Ev hersê nexweşî çine? Gotiye: “A mezin cehalet, gelê Kurd tevnexwendî ye ji hezarî yek nikarê rojnamekê bixwîne, adin xizanîçil hezar himal ê Sitembolê hene hemî Kurdin, a sisîya em herdemê li dijî hevin em bi lingê hevdû digrin dibin dijmin de didineerdê!
Nihakahinek dibêjin, em zane bûne û em hemî xwende ne, me her tişt fêmkiriye, em ne Kurdê berê ne, em teyara difirênin. Lê mixabinpêşketin nîne,tembûra vala ne, her zane bûn li gor demê ye ewbûyerê derbas bûyî çûn ew li gor hingî bûn, lê nihaka demhatiye gohertin her tişt hate guhertin.
Hegerhingî dema ku Seîdê Kurd got î ev şîret a hane kê, hingîgotibû ji hezarî yek nizanê rojname kê bixwînê, lê niha ji sêhezara yek nizanê rojname kê bi Kurdî bixwînê. Heger hingîhimalê Sitembolê çil hezar bûn 40 000. Nihaka bûne çar milyonhimal li Sitembolê tev Kurdin. A din heger hingî her Eşîretek axakek hebû dewletê bi pera wan dixapand, niha ka her gundekî, hermalekê sîxwirek tê de heye!
Êka em ji kû pêş ketine? Wî wextî welatê Kurda gund û zivingtev dagirtî bûn û her kes bi Kurdî diaxivin. lê niha ji sedî%90 bi tirkî diaxivin, ji sedî çil vala bûye, tev çûne Anatolyanavîn, tev bûne Tirk. Wê sibe na dusib zarwê wa na, bine Romî ûêne me wê me kujin.
Anîqaşo xizmetê ji Kurda re dikin, gund û bajar tev xera kirin wêrankirin, gelê Kurd kirin ku bê hemd bûne Tirk. Tev bûne Tirk û bixwe jî ne hisane heya wan ji ji wan tune. Sîyaset bi dem jimêra têguhertin aqil têra însana nakê. Yanî ku tu bêje ha min ji wêbûyerê aqil girt, ha par anî berya dih salan filan tişt wisa bûem vê carê wisa nakin ev ne aqile.
Sîyasetpolitîqa tê guhertin bi kêlî û bi çirka tê guhaztin. Duh bişikle kî bû û îro bi şeweyekî din wê çê bibê. Pêwîsteaqilê te bi roja, bi demjimêr a bi xwileka bi çirka têra te hebê.Heger ku aqilê Kurda ne hewqas jîr û jêhatî û şîyar be û nemêr û merd bê, ne qadir cewab bê wê têk herin.
Lêtiştin dîn hene ku ji aqil jî girîng tirin gelo ew tişt çine ?Ew tiştê ku gelek girîng e ew ûjdan û xîret in! Heger ku ûjdanû xîreta wan ne li cî bê aqil bi pera zû tê xapandin. Ew aqilbênamus dibê xwe û gelê xwe difroşê arzan. Xîret û ûjdanfirêm é aqilin, ku ev herdû bi aqil re nebin aqil bê firêm eqeza dikê û teqla tavêjê.
Herkes ji aqilê xwe qaîle, aqilê xwe diecibîni. Ê ku bê aqil kîne?Ewê bê aqil ewin ku xwe dikine rêber, sê car û çarcar îşaxera dikin bi sernakevin û ji wê riya xwe jî navegerin, bê aqilewin. Lê ê hîn ji wan bê aqilan ahmeqtir jî hene. Ew kîne? Ewêku didin dûv wan bêaqilan xaîn ê ku her wextî gelê xwedixesirên in û difroşin. Ewê ku li pey wane dimeşin ahmeqê bixetere ewin!
Ewêku dibînin ku ew rêberê wan şaşîtîyên mezin dikin û dubaradikin û jê navegerin, na bejin me bibexşînin me xelet kir, wêriya çewt ber dewam dikin. Ewê li pey wan bê deng dimînin wekîdewaran pey wan de dibezin îdî ev dibine çi? Ev dibine pezêkoçera berê pez bide kû wê bi wir de bi meşê!
08.12.2018