PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyeka balaya leşkerî û emnî ya Îraqê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 19.06.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeka balaya leşkerî û emnî ya Îraqê ya bi serokatiya general Abdulemîr Reşîd Yarula Serokerkanê Sopayê Îraqê kir.

Di dîdarekê da, şandeya îraqî ku, ji birêzan; fermandarên hêza pejayî, asmanî, pasewanên sînor, polîsê federalî, hewalgirî, hewalgirî ya leşkerî, operasyonên hebveş û çend fermandarên din yên leşkerî û emnî pêkhat bû, pîrozbahî li Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo wan guhertinên li vê dawiyê kirîn û hêviya serkeftinê ji bo wan fermandar û piledaran xwest yên ku di postên xwe yên nû da dest bi kar û erkê xwe kirine.

Şandeya mêvan tekîd kir ku serdana wan beşeke ji bernameyê hevkarî û hevahengiya Sopayê Îraqê digel hêzên Pêşmerge yê Kurdistanê û ji bona zêdetir pêşvebirina têkeliyan û hevkrî û hevahengiya navbera Wezareta Bergiriya Îraqê digel Wezreta Pêşemrege û aliyên din yên peywendîdar li Herêma Kurdistanê berheviya xwe nîşan da.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, di axavtina xwe da got ku serdana vê şandeya leşkerî û emnî ya Îraqê bo Herêma Kurdistanê peyameka bi hêz ya piştevanî û hevkariyê ye û hêvî xwest ku bi çavê hevbeş û weke beşek ji sîstema bergiriya Îraqê li Pêşmerge bê nêrîn ku ji bo heman armancê kar dikin ku, ew jî parastina welat, aramî û seqamgîriyê ye.

Gef û tevgerên Daîş, bi taybetî li wan deveran ku cografiyek asê heye û deverên ser tixûb digel Sûryê mijareka din ya dîdarê bû ku, têda her du aliyan tekîd li ser giringiya alîkarî û hevahengiya navbera Sopayê Îraqê û Pêşmergeyê Kurdistanê û mifawergirtin ji piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bona binbirkirina Daîş bi yekcarî kir.

Back to top button