Zimanekî hevbeş ji bo Cenev 2
Bi sedema nakokiyan û nebûna bernameyekî zelal û yekgirtî, li rûyê siyasî û dîplomasî û hebûna nêrînên cûda ya çawayiya îdarekirina herêmên Kurdistaniyan, heta niha aliyên Kurdî yên Rojava metirsiya ewe li wan tê kirin ku vê derfeta dîrokî ya mezin ji destê Kurd bidin. Ji bo wê yekê gelek girînge bi siyaset û asta peywendiyên xwe de biçin û stratejiyeke nû deynin ku li hemû waran de ji bo Kurd bi bandor û bi hêz bin, neku karta bi hêz bin ji bo neyaran.
Îro li gel kêşe û nakokiyan û îhmalkirina aliyên Kurdî yên Rojava ji aliyê PYD ve, hewlên Serokê Herêma Kurdistanê berdewamin ji bo encamdana kombûnê û danustandina aliyê Kurdî yên bi navê pêkanîna zimanekî hevbeş û hev helwestiyek ji bo paşaroja Rojava û xwe amadekirina ji bo kombûna Cenev 2.
Li vê nêrînê ve niha ji hemû deman zêdetir Kurdên Rojava li ber berpirsiyarêtiyekî exlaqî û dîrokî dane û pêwîstiya wan bi yekrêzî û hev helwêstiyê heye heta bikarin bi singekî fireh û giran ve biçin nav konferansa Cenev 2.
Li rastiyê de rojên bihurî wê yekê nîşanda ku Serok Barzanî li hemû aliyek zêdetir li xema çarenûsa Kurdistana Rojavaye, ji bo wê yekê ji destpêka şoreşa Sûriyê de hemû aliyê Kurdî yên li encûmenê de komkir. Lê belê mixabin PYD hevkar nebû ji bo serkeftin û bi cîhkirina peymana Hewlêrê.
Niha jî Serok Barzanî carekî din rola xemxwariyê dibînê û karî bi navê paşarojeke geş ji bo Kurdên Rojava û ji destnedana wê derfeta zêrîn ji bo Kurdan hatiye pêş ku aliyê siyasiyên Rojava bi PYD ve jî li Hewlêr kom bike.
Wate ji hemû aliyek diyar bû ku vegerana li ser peymana Hewlêrê baştirîn alternatîfe ji bo çareseriya pirsan û rewşa Kurdistana Rojava, ji ber ku bawertirîn hevkariya stratejî û kesayetiya siyasî û bi bandor li Herêm û navçeyê de, tenê Serok Barzaniye, ku dikarê take hêza piştevan û bawerpêkirî bê ji bo ezmûna Rojava.
Pêwîste aliyên Kurdî bala xwe bidin wê yekê ku sedem çiye heta niha ne rejîma Sûriye û ne aliyên dinê opozîsyona Erebî û ne Îran û Tirkiye jî mafên gelê Kurd yên li paşaroja Sûriyê de nas nekirin? Kurdên Rojava divê bi baweriyê ve wê rastiyê bizanin, eger li meydana siyasî ya Sûriyê û navçeyê de yekgirtî bin. Wekî karakterekî bi hêz û çalak têne temaşe kirin, ji bo wê yekê nabê rê bidin aliyek yan welatek wekî kartêk li berjewendiya xwe bêne bikaranîn û bixine nav çerxa cemserbendî û nakokiyên Herêmî û navdewletiyan da.
Ji bo wê yekê pêwîste li ber konferansa Cenev 2 de, yekdeng û yekhelwest bin û wekî yek karakter û yek karname, berev wan hemû pirsan ve biçin ku peywendiya wan bi paşaroja Sûriye û çarenûsa gelê Kurdê Rojava ve heye.
Hawdeng Farûq