Polîtîk

Rewşa Iraq û Kurdistanê diyar dike ku Kurdistan siyasetekî serketî birêvebiriye

Li van çend salên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê pêşketineke mezin li hemû waran de bi dest ve aniye.

Deh sal berî niha dîktatorê Iraqê Sedam Husên hate destgîr kirin. Hemwelatiyên Iraqê û civaka navdewletî pêşbîniya wê yekê dikirin ku bi dawî anîna rejîma Sedam Husên destpêka qonaxekî geş û girîng bê ji bo welat. 

Li van deh salên derbasbûyî de bi sedema karên terorîstî ve dehan hezar kes li Iraqê de bûne qurbanî û bi hezaran kes jî penaber bûne.

Piştî sala 2009 teqîn û tundutîjî li Iraqê da kêm bûye, lê belê li van çend mehan de pêvajoya welat bi tevahî têkçûye.

Iraq ne tenê li warê asayîşê ve şikest aniye, Hikûmeta Iraqê li van çendîn salên derbasbûyî de nekariye kompanyayên cîhaniyan han bide bo ku rû li Iraqê bikin û projeyên veberhênanê têda encam bidin. Wate Iraq li warê aborî û avadankirinê pêşketinekî baş bi dest neaniye.

Lê belê li van deh salên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê pêşketineke mezin li hemû waran de bi destaniye. 

Hikûmeta Kurdistanê kariye aramî û asayîşa tevahî ji bo hemwelatiyên Kurdistanê dabîn bike û her ji bo wê yekê jî xelkê vê Herêmê dûrî li tirs û terorê dijî.

Her wiha siyasetekî serkeftî li warê aborî bi cîh kiriye û sedan kompanya han daye ku bêne nav Herêmê û projeya veberhênanê encam bidin. Her ji bo wê yekê dibînîn aboriya Herêmê li pêşkeftinekî mezin daye û warê jiyana hemwelatiyan jî li başbûnê de berdewame.

Hikûmeta Kurdistanê kariye xizmetguzariyên gelek girîng ji bo hemwelatiyan jî dabîn bike, êdî her ji uzeyê kareba ve bîgre heta digihe dirustkirina hezaran xwendingeh û nexweşxane û dabînkirina xizmetguzariyên din.

Hikûmeta Kurdistanê karî ji xala sifir ve dest bi siyaseta neftê bike û bigihîne wê qonaxa ku neft amade bê li rêya boriyan ve bişîne bazarên cîhana derve. 

Dîsa Kurdistanê kariye li navçeyê de pêgeha xwe gelek bi hêz bike û niha jî dehan konsolxane û nûnerayetiya welatan li bajarê Hewlêrê hatine vekirin.

 

Back to top button