Nivîsar

Zimanê Serdestan

 Şerfxan CizîrîZimanê Netewî û sîyaseta netewî nikarin ji hevdu werin veqetandin. Ji ber ku netewê û ziman hergav di nava pêwendiyeke xurt de ne. Ma netewayatî bi zîmanekî biyanî çiqasî watedar e?Em hemû baş dizanin ku ziman bê helwesteke welatperwerî nikare peywirên xwe bi cîh bine, welatperwerîyeke bê ziman jî dîsa qûrmiçîyê û temenê wena ne dirêj e. Ji ber ku welatperwerî, ziman, kultur û axa bav û kalan weke xwîn û goştin di hundirê hevdu de ne. Ev gotin û nav hemû bi hevdu re watedar dibin, ruhê mirovan dimeyînin û şexsîyete cuda didin netewên ku li dinyayê hene.Di vê tevgirêdanê de  sîyaset û ziman jî dîsa raserî hevdû dimeşin. Ziman bi biryarên sîyasî statûya xwe digire. Zimanên fermî bi biryarên sîyasi dibin fermî an jî statûya xweyî fermî dikarin winda bikin…Helwesta mirovan li miqabilî zimanê serdestan di van xalan de derdikeve ber çavan û rengeke sîyasi digire…Ji bona ku em pirsgirêka xwe hîna berbiçavtir bikin, ez ê li vir qala niviskarekî hêja ji we re bikim; ev nivîskar Leo Tolstoy e. Vî cıwamêrî pirtûkek bi navê Şer û Aşitîyê nivîsandiyê. Hemû kes vê pirtûka di mijara şer û aşitiye de minak dide û nirxên ku di vî berhemî de hene derdixin pêş. Mijar bi tevahî li ser şer û aşitiya ku li Ewrupa heye tê hûnandin.Ev aliyekî vî berhemî ye. Aliyê din ku ji ber çavê gelek xwendevanên direve ev e; wexta ku Napolyon gav bi gav dagirkerî û tacîdarîya xwe li welatên Ewrupa dide rûniştan din, aristokrat, burjuva û feodalên wan welatan bi zimanê Frensî diaxivin, qerfên wana bi Frensî ne, sohbetên wana bi Frensî ne, bi kurtasi sempatiyeke gelek xurt li miqabilî ziman û kultura Frensî heye. Di pirtûk a xwe de Tolstoy wilo dibêje; “Bi Frensî diaxivîn. Di wî wextî de girgirekên dewleta Rusî bi Frensî diaxivîn. Ku tenê biaxivîyana, baş bû, bi ser halan de ramanên wan jî Frensî bûn” Ango dinavbêna ziman û raman de pêwendîyeke gelekî xurt heye. Tu bixwazî-nexwazî ziman, format û naverokê dide ramanên te jî!Pişti ku Napolyon bi Rusya re kete nava şer û welatê wana dagirkir, gelê Rusya sempatiya xwe li miqabilî ziman û kultura Frensî guherand. Mirovên tewtewe ku di axavtina Frensî de hîna  israr dikirin, di nava gel de bac ji wana dihate standin û ji hikûmeta Rusî re dihate şandin! Gelek kes newerî bûn eşkere bi Frensî biaxivin. Gel bi çavê xaînan li kesên wilo temaşe dikir.Ango li Rusya sempatî li miqabilî ziman û kultura Frensî bi dagirkirin û îlankirina şer re, dawî lê hat…Weca em vegerin ser mijara zimanê serdestan li welatê xwe. Ji destpêka komara Tirkî û heta nûha welatê  me hatiye dagirkirin. Zimanê me qedexe bûye. Şer ji welatê me tucara kêm nebûyeLi miqabilî vê rastîyê jî dîsa gelek sîyasetmedar, rewşenbîr, arîstokrat, tacir ûhw. tenê bi zimanê dagirkeran diaxivîn. Ma ev ne şerm e? Bi zimanê serdestan biaxivîn lê belê çima hûn bi zimanê xwe nizanin? Çima hûn bi zimanê xwe na axivîn? Çima hûn zimanê xwe fêr nabin? Ma kurdayetî bê zimanê Kurdî dibe gelo? Heger bibe jî qurmiçiye, qels e û bêtahm e. Pêşeroja vê Kurditiya telo melo tuneye.Jibîrmekin ku ziman û raman weke xwîn û goşt bi hevdu ve girêdayî ne! Gava ku te dev ji zimanê xwe berda û tenê bi zimanê serdastan xebata xwe kir, jibirneke ku bi wextê re wê raman û hestên te jî bişibin yên wana.Ji me gotin. Dûra hilbijartin jî ya te ye! 

Back to top button