Zilamê herî dirêj û jina herî kurt wê li Los Angelesê bên ba hev

Sultan Kosen ê Kurd, ku Dêrika Çiyayê Mazî yê bajarê Mêrdînê ye û bi bejna xwe ya 2 metre û 51 santîmetre navê “paydariya mirovê herî dirêj ê dinyayê” diparêze, wê bi Jyoti Amge ya ji Hindistanê “jina herî kurt a dinyayê” ku bejna wê 62,8 santîmetre ye, li Los Angeles a Amerîkayê re hevdîtinê bike.
Kosenê ku li navçeya Dêrikê dijî û di sala 2009an de bi destên xwe yên 27,5 santîmetre dirêk, bi lingên xwe yên 36,5 cantîmetre dirêj û bejna xwe ya 2 metro û 51 cantîm ketibû Pirtûka Rekoran a Guinnessê, Kosen 15 sal in vê rekorê diparêze.
“Zilamê dêw”, ku li ser vexwendinê xwe amade dike biçe Los Angelesê, wê bi Jyoti Amge ya Hindî re, ku dirêjahiya wê 62,8 santîmetre ye, bicive.
Kosen, da zanîn ku heta niha li 128 welatan geriyaye û li her cihî behsa çand û kevneşopiya welatê xwe û bajarê ku lê dijî kiriye. Kösen diyar kir ku ewê li Los Angelesê, “bajarê stêran” bi jina herî kurt a cîhanê Jyoti Amge re bicive û diyar kir ku ew bi vê yekê kêfxweş bûye.