Cîhan

Zext û gefên Pasdarên Îranê berdewam in

Hunermend û stranbêjê Kurd ê xelkê bajarê Sinê Babek Mihemedî, piştî girtin û lêdanê ji alî hêzên Pasdarên Îranê ve hat neçarkirin ku nivîskek zoranê li hember kamêrayê bixwîne.

Di rojên borî de Babek Mihemedî, piştî ku ji alî Spaha Pasdaran ve hatibû girtin, rastî lêdan û êşkenceyek dijwar hatibû.

Li gor vîdeoya ku Îtilaata Spahê bi rêya tundûtîjiyê ji stranbêjê Kurd tomar kiriye, navbirî tê neçarkirin ku li hember kamêrayê ji vê saziya ewlehî daxwaza “lêborînê” bike.

Babek Mihemedî, berî vê yekê di merasimekê de stranek folklorî gotibû û di beşek ji wê stranê de Spaha Pasdaran bi qurbana keçekê kiribû.

Back to top button