Nivîsar

Zelamê Îsraîlê li Dîmeşqê

Serokê berê yê saziya îstîxbarata Îsraîlê (Mussad) di qotareke xwe de eşkre dike ku, serokê Suriyeyê Beşar Esed zelamê Îsraîlê ye li Şamê.

Efraîm Halîvî serokê berê yê Mussadê di gotareke xwe de jê navê Zelamê Îsraîl li Dîmeşqê (Israel’s Man in Damascus ) li rojnameya amerîkî  Foreign Affairs de weşandiye dinivîse ku, sînorên navbera Syriyeyê û Îsraîlê di hemû wext û qonaxan de aram bûne û heta di sala 1982ê dem aşer û pevçûn di navbera hêzên Îsraîl û Sûriyeyê li ser xaka Libnanê qewimîn, tixûb li bereyê Colanê bêdeng û aram bû û hêzên Suriyeyê ti hereke li aniya Colanê li dijî Îsraîlê nekirin.

Halîvî dinivîse ku, her ji destpêka serhildana şoreşê li Suriyeyê li dijî Beşar Esed,  ew zelam şiyaye aramiya tixûbê digel Îsraîlê ku ev 40 sale arame, biparêze.

Serokê berê yê saziya îstîxbarata Îsraîlê tekîdê li wê yekê dike ku, eger şer û alozî li navxweya Suriyeyê berdewam  bin û  kiryarên leşkerî berfirehtir bibin, grûpên îslamî dê ji hemû welatên îslamî ber bi Suryeyê ve bên û ew yek jî dê li ser Îsraîl û delwtên cîran bibe xeter û tehdîd û êdî esed nikare kontirola mexzenên çekê kîmiyayî bike.

Berpirsê îsraîlî dibêje ku, tevî êrîşên asmaniyên Îsraîlê bo ser Suryeyê, bi rêya kanalên nihênî Îsraîlê Beşar Esed agadar kiriye ku, Îsraîl li ser parastina bêterefiya xwe di şerê navxweyê Suryeyê de biîsrare.

Back to top button