Kultur

Zarokên Sêwî maaşên xwe ji DXB wergirtin

Li dirêjahiya kar û çalakiyên projeyên çavdêriya azîzên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo yarmetîdana zarokên sêwî yên li Herêma Kurdistanê, bi hevkariya xêrxwaz û dewlemend û sermayedarên Herêma Kurdistanê, li ser beşa qonaxa Kurdistanê, mûçeya 4 mehî li ser 4946 zarokên sêwî (azîz) da dabeş dike.

Li dirêjahiya kar û çalakiyên projeya çavdêriya azîzên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hevkariya projeyên Kurdistanê ku taybete bi alîkarî û hevkariyên maddî ji aliyê dewlemend û xêrxwaz û sermayedarên Herêma Kurdistanê ve ji bo zarokên sêwî hatiye kirin, proje dest bi dabeşkirina mûçeyê kiriye. Ji bo eve jî li yekem wêstgehê da li bajarê Dihokê dest bi dabeşkirina mûçeya 4 mehî li ser azîzên wê bajarê de hate kirin ku ji (853) zarokan pêkhatiye. Paşê zarokên azîzê hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê li xwe digre ku bi giştî zarok sûdmend dibin ku ji (4946) zarokên azîz pêktê.

Hêjayî gotinêye li vê projeyê da her zarokek sêwî sudmendî projeya çavdêriya azîzên Kurdistanê dibe û mehane 50$ dolar wekî hevkarî werdigrê ku çar meh dike 200$.

Back to top button