Kultur
Li qela Hewlêrê Muzeya cilûbergên Kurdî hate vekirin
Li rêwresmekê taybet da li qelaya Hewlêrê yek ji xaniyên kevnarê nûjenkirî muzexaneya cilûbergên jinên Kurdistanê(Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojava) hate vekirin.
Nadir Rustî Peyvdarê Desteya Giştî ya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê ji bo dezgehên ragihandinê got: Ev muzexane ji aliyê Yeketiya Jinên Kurdistanê ve û bi alîkariya Parêzgerê Hewlêrê û Komîsyona Nûjenkirina Qelayê hatiye dirustkirin.
Di vê muzexaneyê da hemû cûreyên cilên jinên Kurdên hemû deverên cûdayên Kurdistanê têda hatine komkirin û nîşandan. Eve jî ji bo parastina resanetiya çanda Kurdî û danasîna wê ya ji bo geştiyaran û bi taybetî yên biyanî gelek girînge.