Serokê hilbijardeya topapêya(futbol) xanimên Îranê, vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û dibêje “Ez xwe qerzdar û deyndarê xelkê Kurdistanê dizanim û hatime deynê xwe bidim”.
Zara Qenberî, kaptana hilbijardeya topapêya xanimên Îranê peymaneke yek salî li gel Yaneya(Club) Wiçan ya Sine wajokir û li xula bê ya pileya nayabên topa pêya xanimên Îranê da ji bo wê yaneyê yarî dike.
Qenberî ku heta niha ji bo yaneya Bajarvaniya bajarê Bem ya li parêzgeha Kirman dileyst û yarî dikir, bi medyayê ragihand, ji bo wê gelek pêşniyarên baştir ji yaneyên din hebû, lê belê ji ber ku ew bi xwe Kurde û xwe bi qerzdarê xelk û axa Kurdistanê dizanê, amadebûye peymanê li gel yaneya Wiçan wajo bike.
Ew xanimeke yarîzana Kurde, dibêje: “Çavê min li wê ye li gel yaneya Wiçan nasnavê palewaniya Xula topapêya xanimên Îranê bi dest ve bînim”.
Zara Qenberî xelkê bajarê Kengawerî parêzgeha Kirmaşane. 15 sale yariya topapê dike û li demsala sala derbasbûyî da, bi 51 gol kiriye û golkarê xula xanimên Îranê û wekî xanima golê Îran hate destnîşankirin. Berê jî yariyê ji bo tîpa xanimên yaneya Gazî Bakûrî bajarê Kerkûk kiriye û çend carek jî wekî baştirîn yarîzanê topapê ya xanimên Îranê hatiye destnîşankirin.