Zanyariyên metirsîdarên nû li ser şewba Korona
Berpirsên welatê Çînê eşkere kirine ku ( 1 heta % 3)ê hilgirên şewba Kovid 19 nîşanên wan dernakevin. Zanayên Japonî jî bi serkirdayetiya Hîrusî Nîşîbura Pîsporê Nexweşiyên şewbî û veguhestiyan, tekez li ser rastiya wan zanyariyên bi destê Çînê dike bi baweriya wan ewe ku ewê xelkê tûş dikin ew kesin ku nayên zanîn ka hilgirê şewbê ne yan na. Her wiha ew pîspor tekez dike ku tûşbûyên Japonê % 30.8 yan nîşanê wan bi zeqî û bi eşkere diyar nebûn û bi taybetî li nav zarokan ded ev rewş geleke û li rêya wan ve vediguhezê li ser kesên bi temen.
Her wiha Îtalya jî tekez li ser wan zanyariyan tekez kirine û gotine ku zêdetirê wan kesên bûne sedema veguhestina şewbê nîşana şewbê li wan diyar nebûye.
Ev eşkerekirina desthilatdarên Çînê di demek daye ku welatê wan ji metirsiyê derketiye û dixwaze li wê rêyê ve welatên din agahdar bike ku rêkarên tundtir bi cîh bikin bi mebesta rûbirûbûna li belavbûna şewbê. Dibe ku hinek kes bibin sedema belavbûna şewbê ku hîç nîşaneke diyarê şewbê li ser wan nebê û li wê rêyê ve jî sedan û bigre hezaran kes tûş bikin.