Li vê Qiyameta Koronayê de, çavê tirka her li ser nanê Kurde
Dewleta tirkiye qeyyum danî ser 4 Bajarvaniyên Bakurê Kurdistanê û serokên wan Bajarvaniyan hatin desteser kirin.
Îro serokên bajarvaniyên navçeyên Lice, Farqîn û Erxenî yên Amedê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên tirkiyê ve hatin desteser kirin û qeyûm li ser wan bajarvaniyan hatiye danîn.
Her wiha Serokê Bajarvaniya Êlihê (Batman) jî îro hate desteser kirin û qeyûm li ser vê şaredariyê jî hatiye danîn.
Dewleta tirkiye derfetek ji vê rewşa Koronayê wergirt her 4 bajarvaniyên Bakurê Kurdistanê bi biryara Wezareta Navxweya Tirkiyê ve ji kar hatine dûr xistin.
Wekî tê zanîn cîhan hemû mijulî wê yekê ye ku dermanek ji bo vê şewba Koronayê bê dîtin û çareseriyek bê kirin ku zêdetir mirov nemrin. Her wiha li gelek welatan girtîgeh hatin betalkirin û lêborîna giştî hatiye ragihandin. Mixabin dewleta tirkiye hê jî li dijminatiya wî ya li ser Kurdan berdewame, li hûndirê tirkiye zulm û sîtemê li Kurdên Bakûr û li derveyê sînorê xwe jî îro dîsa hêzên zêdetir şandine Rojavayê Kurdistanê.