Kultur

Zanîngehên Kurdistanê maweya tomarbûnê dirêj kirin

Ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Kurdistanê ve, di derbarê qeydên zanîngehan de, daxuyaniyeke nivîskî hate kirin. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku, maweya qeydên zanîngehan, ji bo xwendekarên Kurd yên ku li derveyî Kurdistana Federe tên, heta 10 rojan hatiye dirêjkirin. Li gorî daxuyaniyê, heta 15ê Cotmehê qeydên zanîngehan wê bêne kirin.

Daxuyaniya li ser malpera wezareta perwerdehiyê wiha ye: Xwendekarên Kurd yên li Suriyê, penaberên Îranî, xwendekarên li perçeyên Kurdistanên din û xwendekarên Kurdistanî yên ku li welatên din dijîn, xwendekarên ku dixwazin qeyda xwe li zanîngehên Kurdistana Federe çêbikin, bila formên li ser malperê yên wezareta perwerdehiyê tije bikin. Ev formana li ser malpera weareta perwerdehiyê hene û pêwiste heta 15ê cotmehê ev formana bêne tijekirin.  

Back to top button