Polîtîk

Tirkiyê 15 herêm ji sivîlan re qedexe kir

Serfermandariya Giştî a Tirkiyê, li ser malpera înterneta xwe îlan kir ku, wana li herêmên Rojhilat û Başûr Rojhilatê Anatolyayê (li bajarên Kurdan) 15 herêm wek “herêmên ewlehiyê yên demborî” îlan kirine.

Ji ber vê, ew 15 herêmana ji sivîlan re hatine qedexekirin. Heta 3 meha ti kesên sivîl wê nikaribin têkevine ew 15 herêmên ku hatine qedexekirin.

Di 7ê Cotmeha 2012 an de heta 7ê Rêbendana 2013 an, herêmên ku ji sivîlan re hatine qedexekirin ev in: Çiyayê Cudî, çiyayê Kupeli, çiyayê Yazlica û başûrê wê, çiyayên Meydan û Mehmet Yusuf, çiyayên Încebel,  çiyayên Altin, çiyayê Çaxlayan-Buzulçeken, çiyayê Rejgar-Alanduz, çiyayên Îkiyaka, çiyayê Balkara, çiyayên Gediktepe, Karadax, Çîmendax, bakurê Herekolê çiyayê Yazlica, çiyayê Kursunlu-Goruse, çiyayên Dîcle û Yassidax. 

Back to top button