Zanîngeheke Îtalî ji bo Kurdistanê planek amadekiriye
Şûnwarnas Mihemed Arif Endamê Zanîngeha Udine ya Îtalî li qezaya Şêxan diyar kir ku Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzariya(Turizm) Hikumeta Herêma Kurdistanê li gel çendîn rêveberên şûnwariyên Kurdistanê beşdarî di konferanseke de li welatê Îtalya kirine ku ev konferans li Zanîngeha Udine ya Îtalî birêvediçû.
Di vê konferansê da du cihên şûnewariyên girîngên li qeza Şêxan “Xinis, Cerwana” dest nîşankirine û ji bo wê master plan hatiye danîn ku paşarojê da bê bicîhkirin. Nûjenkirina wê ji aliyê şûnewariyê ve cihên geştiyarî jî di nav vê cihê da zêdebikin wekî cihên rûniştinê û baxçeyên biçûk û rêyên ji bo xelk qesta wan cihan bikin wekî her ciheke dinê geştiyariyê.
Her wiha ji bilî van her dû cihên şûnewariyên li qeza Şêxan çendîn cihên din jî li Dihokê hatine dest nîşankirin. Her wiha got: Li qeza Şêxan ”Xinis, Cerwana” hatiye destnîşankirin ji ber ku di master plana wan da ev her dû cih gelek girîngin ji ber ku Zanîngeha Udine ya Îtalî da waneyekê tê gotin vekolîn û gengeşe jî li ser tê kirin ji ber diyarbuna dîroka dirust ya bendava Cerwana. Ji aliyê Zanîngeh Udine Îtalî û zanîngeha Chikago ya Amerîka ve vekolîn hatiye kirin û ev bendav kevintirîn bendave li cîhanê hatiye tomar kirin.