Zanîngeha Dicle du ofisan li Kurdistana Başûr vedike
Nexweşxana koleja Tip a zanîngeha Dicle li Diyarbekirê, du ofîsên xwe li Kurdistana Başûr vedike. Ji Başûrê Kurdistanê gelek nexweş serî li nexweşxana ku zaningeha Dicleve girêdayî didin . Ji bo vê yekê zaningehê biryar da ku du ofisa li Kurdistanê veke da ku nexweşên bixwazin bêne Diyarbekir, di van ofîsan de demê kontrolkirina naxweşxanê bigrin û hesanîtir bêne serdana nexweşxaneyê bikin.
Ofîsek li Hewlêr û yek jî li Duhok tê vekirin. Dê nexweş ji van bajaran bi ambulansên nexweşxanê bînin Diyarbekirê. Herweha dema nexweş ji nexweşxaneyê veqetê cardin bi ambulansa nexweşxanê vekerin mala xwe.
Di vê derbarê de berpirsê nexweşxanê Dr. sait Alan got: Gelek cara nexweş têne Diyarbekir û demek dirêj dimînin heta doktora bibînin. Em dixwazin pêşwaziyê li nexweşên li Bakurê Iraqê(Kurdistana Başûr) bikin. Ji bo vê jî em niha du nivîsgehan û pêşdejî zêdetir li herêmê vedikin.