Zana, BDP, KCD û hevdîtina Erdogan

Leyla Zana piştî hevdîtina li gel Tayib Erdogan pêkanî rojekî,di derbarê hevdîtinê û daxwaziyên xwe de agahdarî da medyayê. Balkêşe ku Zana tenê behsa tiştên wê bi xwe gotin kir. Qet behsa tiştên Erdogan yan jî Atalay gotîn nekir.
Zana tiştek nû negotiye Erdogan. Zana tiştên ku Ocalan dixwaze ji Erdogan re gotine. Lê her care tiştên ku Ocalan ji Hukumetê daxwaz kirîn bi awayekî hatine provaka kirin. Bûyera Farqînê gelek vekirî prosesek ber bi avayek çareseriyê ve ji hole rakir.
Ocalan di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihand ku, dewlet jî Qendîl jî wî weke taşeron kar tînin. Tu cara Qendîlê yan jî derdora BDP-ê bersiva vê yekê neda.
Daxwaziyên ku Zana ji Erdogan kirîn bi zimanek zelal evin:
Em dersên bijarte girîng dibînin lê lazime perwerdehiya bi zimanê zikmakî were kirin.
Dewlet dikare Ocalan bixê hepsa male.
Bila pêvajoya Osloyê nûve destpê bike.
Tiştên din teferuatin. Heta niha PKK, BDP û KCD ji vê zêdetir tu daxwazî ji hukumetê nekirine.
Leyla Zana ne bi navê xwe tenê û wek kesayetek li gel Erdogan hevdîtin kiriye. Zana bi ihtimalek gelek mezin bi koardînasyona Ocalan ev hevdîtin pêkaniye. Ji xwe ev yek dibê sedemê girîngiya hevdîtinê.
Hevdîtina Leyla Zana kirî nayê wateya ku BDP yan jî Qendîl ji dewrê derketiye. Lê ev îkazek ya Ocalan ji bo van derdoran e.
Dema Leyla Zana daxuyaniya ku zemîn ji vê hevdîtinêre pêkanî dayî, di serî de BDP-ê û KCD rexneyên giran li Zana kirin û qendil jî bi bûyera Oremarê bersiva Leyla Zana da.
Lê piştî demekî me dît ku helwesta beşek ji Qendîlê û ya BDP di derbarê hevdîtina Zana de hate guhertin.
Di vê derbarê de daxuyaniya Ahmet Turk û Selahatin Demirtaş balkêş e.
Niha pirsa herî girîng ewe ku gelo piştî vê hevdîtinê dê çi bibe. Yan cardin ji bo provakakirina vê hevdîtinê û encamên derêxe holê dê çelakiyên çekdarî bê kirin? Yan jî wê guh bidin ka ev prosesa ku bi berbi êrêniyê ve diçe , dê heta kû derê herê.
Her insanên ku dixwazin ev şerê qirêj dawî werê baweriya wan çibe bila be, divê pişgiriyê bidin pêvajoya ku normalîze kirina civakê. Divê her gava ku şer bisekinîne biparêzin û pişgiriyê bikin.
Bê goman herkes xwedî dîtinên cudane, di derbarê PKK-ê de gelek dîtinên cur bi cur hene. Lê di vê pêvajoyê de tişta ku kesên berjewendiya tevgera Kurdistanê di sekinandina şer de dibîne û rêya diyalogê û karanîna metodên demokratîk ji bo çareseriyê baş dibînin bîne ba hev pişgiriya destpêka prosesek erêniye ku ber bi sekinadina şer ve biçe.
Hêvî ewe ku ev prosesa bi hevdîtina Erdogan û Zana destpêkirî neyê provaka kirin û rojên pêşiya me de hukumet di vê derbarê de hinek gavên berbiçav bavêje. Dê ev yek bi xwe jî ihtimala provakasyonê kêm bike û hêviya sekinandina şerê bê wate bi hêztir bike.
1.07.2012
Dara Bilek