
Hikumeta Yunanîstanê li çarçêweya amadekariyên xwe yên ji bo rêgirîkirina hatina koçberên neyasayî yên ji tirkiyê, biryarê daye lêgerîna tîmên xwe yên li wê tixûbê de zêdetir bike.
Li vê çarçêweyê da Hikumeta Yunanîstanê plan daniye ku 400 polîsên din ji bo Bakûrê Rojhilata Rûbara Merîc ku tixûbê avî ya tirkiye li gel Yunanîstanê ye zêde bike.
Nîkos Panahyotopolis Wezîrê Berevaniya Yunanîstanê ragihand, pêşbîniyê dikin careke din zexta lêgerînê li ser tixûban zêde bike.