Polîtîk

YPGê berpirsê xwe yê bilind girtiye

Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê, daxûyaniyek belav kir û dibêje da xuyakirin, YPGê berprisekî xwe yê bilind bi sedema ku li dijî biryareke Qendêlê derktiye, girtiye û heta niha jî windaye û tu çarenûsê wî ne diyare.Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê dibêje, di meha Adarê de berpirsê  Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi nave Xebat Dijwar, ji berku li dijê biryareke ya Qendil derketiye hatiye girtin. Navê Xebat Dijwar yê rast Welat Ebdileziz Şêxoye û ew ji gundek  yê girêdayê Serêkaniyê ye.Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê, herwiha dibêje: “Dijwar Xebat yek ji damezrênerên YPGê bû, û fermandariya eniyên şer li gelek şerên mezin li Kobanê, Serêkaniyê, Reqa û Minbicê kiriye, lê ew di meha Adarê de hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.”Di berdewamiya daxuyaniyê de, Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê daxwazê ji endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dike, ku li ser vê yekê bisekinin, da ku Kurd nebin êzinga şerekî ku xizmeta berejenwediyên kurdan nake.Di derbarê vê yekê de heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Fermandariya Giştî ya YPGê ve derneketiye û ti fermandar û rayedarên YPGê jî ti daxuyanî li ser mijarê nedane. 

Back to top button