Polîtîk

Egid: Nêrîna me li Sûriyê serkeft

Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKSê Hewas Egîd got, ku bi armanca çareserkirina pirsgirêka Sûriyê hewldanên wan ên dîplomatîk ji bo komkirina piştgiriya navdewletî berdewam dike. Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihandibû, ku şandeke wan serdana Fransayê kiriye û dê rojên pêş de serdana Qahîre û Riyadê jî bikin.Li ser vê mijarê Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKSê Hewas Egîd beşdarî bûltena Rojava ya Rûdawê bû û got: “Di hemû hevdîtinên me de mijara Efrînê rojeva sereke ye. Fransa şîrîk û aliyeke giring ê navdewletî ye di pirsgirêka Sûriyê de û xwedî nerîn e. Fransayê soz da ku alîkariyê bidin xelkê Efrînê.”Egîd herwiha got: “Mijareke sereke yê din jî vegera xelkê Efrînê û derxistina çekdarên li wê herêmê bû, ji bo aramî çêbibe.”Li ser pirsa, “Fransa derbarê siberoja Kurdan de çi difikire?” Egîd diyar kir: “Nerîna Fransa diyar bû. Me di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, nêrîna me yek e. Ew dibêjin bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd pirsgirêkên Sûriyê çareser nabe û divê di destûra nû ya Sûriyê de nasnameya Kurd diyar be. Em ê di hemû astan de alîkar bin.”Hewas Egît destnîşan kir, ku dê şanda wan serdana Kahîre û Riyadê jî bike û got, ku weke ENKS têkîliyên wan bi gelek welatan re berdewam dike.Komîteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê ji bo lîjneya nivîsandina reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê lîsteya navê 50 kesan dabû Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Stephan de Mîstûra.Derbarê vê yekê de Hewas Egîd got, ku ENKS weke nûnerê beşeke fereh a Kurdên Sûriyê him bi awayeke serbixwe û him jî di çarçoveya rêkeftina wan  a li gel opozîsyonê nûnerê wan di lîsteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyêde heye.Li ser êrîşên hikûmeta Sûriyê yên li hember opozîsyonê û pêgeha ENKSê, Egît got: “Dema şioreşa Sûriyê destpêkir armanca sereke azadiya gelên Sûriyê bû û herwiha bidestxistina mafên hemû gelan û gelê Kurd bû. Heta niha em nebûne şîrîkê şerê çekdarî û me ev yek nekiriye bijarde. Bi baweriya me jî ev nabe pîvana bihêzbûnê di şoreşa Sûriyê de. Ji xwe rejîmê dixwest şoreş dest bavêje çekan da ku ew wan bi çek û bi riya zorê tine bike. Lê bi gumana me rejîm nikare biserkeve bi vî rêbazî. Ji ber ku piraniya xelkê Sûriyê îro penaber in. Armanca sereke ya şoreşa Sûriyê berdewam e lê ne bi şêweyekî ku komên çekdar li hin herêman dethilat in.”Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKSê Hewas Egîd da xuyakirin, ku di destpêka şoreşê de wan daxwaz kiriye ku pirsgirêk li gorî biryarên civaka navdewletî bi rê û rêbazên siyasî were çareserkirin û wiha got:“Bi baweriya me nêrînêm me di wir de cîbicî dibin û nêrînên me serkeftî ne. Em ji vê nêrîna xwe aloz nebûne û me şûnde gav neavêtiye. Em di vî warî de tim xort in û di vê daxwaza xwe de jî berdewam in.”Egîd balkişande ser hebûna hêzên navdewletî li Sûriyê û diyar kir, ku ikûmeta Sûriyê nikare xwe biparêze lewma Rûsya, Îran û milîsên wan hikûmetê diparêze. Ji aliyê din jî Amerîka û Tirkiye jî ji rexekî ve di nav Sûriyê de ne.Rûdaw  

Back to top button