Cîhan

YPG ji bo serweriya Suriye şer dike

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim li Şamê konferanseke rojnemevanî lidar xist,Mualim behsa hevkariya Amerîkayê ji bo YPGê û HSD kir û got  ku ew hêz şerekî rewa li dijî DAIŞê dikin û şer ji bo parastina yekperçe û serweriya Sûriyê ye.Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd MualimLi ser rêkeftina kêmkirina şer ya bi gerantiya Rûsya, Tirkiye û Îranê de Mualim got, ew rêkeftin altirnatîve ji danûstandinên Cenevê re, ji ber ku di danûstandinên Cenevê de tu pêşkeftin çênabin.Li ser pirsa ku ew deverên kêmkirina şer bibin “Deverên aram” piştî ku Encûmena Asayişa Navdewletî wê proseyê pesend bike, Mualim got: “Ev deverên kêmkirina şer in. Ev ne deverên aram in, ji ber ku heger em bibêjin deverên aram, wê demê parastina wê dibe ji erkê Netewên Yekgirtî, ev yek jî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve nayê qebûlkirin.” 

Back to top button