Polîtîk

YNK:Ji sînorê Başûr herin!

Sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad bang li partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike ku deverên sînorî yên Başûr biterikînin.Adil Murad di peyamekê de liser tora civakî ya Facebookê got “aramiya [Herêma] Kurdistanê xeta sor e” û ji Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) xwest ku dev ji xebata çekdarî berde.Di peyama xwe de, Murad got: “Tevlî nîgeraniya me ji têkçûna rewşê, em wan hizban agahdar dikin ku demildest sînorên Başûrê Kurdistanê biterikînin û nebine sedema têkdana emniyeta Herêma Kurdistanê da ku careke din hemwelatî nebine qurbanî.”Murad got hebûna bingeh û baregehên PDKÎyê “meşrûiyet dide Komara Îslamî ya Îranê ku xwe biparêze” û topbarana deverên Başûr bike.Murad bi vî awayî bang li partiyên Rojhilat kir ku dev ji çekê berdin:”Bi kuştin çend leşkerên Îranê mafên xwe bidest naxin. Çimkî pirsgirêk ji wê mezintir e. Bi rûbirûbûna çekdarî nayê çareserkirin. Baştirî rêçare rûniştina ser mêzeyê giftûgoyê û destpêkirina xebata siyasî dûr ji tundûtijiyê ye.”Topbarana ÎranêHêzên Artêşa Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê pêr sibehê devera Sîdekan û Hacî Omeran li Başûrê Kurdistanê bi hênceta hebûna pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) dane ber topan.Di encama topbaranê de 3 zarok, 2 jin û zilamek, bi temamî 5 hemwelatiyên sivîl birîndar bûn. Herwiha 700 donim pirêze û daristan bi agirê topan şewitî û bi dehan malbat xanî û konên xwe yên li zozanê devera Biradost a sînorî terikandin.Rudaw

Back to top button