Ji nû ve Peyama Kurd
Peyama Kurd di qada elektronik de dest weşana xwe dike. Peyama Kurd Kurdî û Tirkî derdikeve.Çima Peyama Kurd? Wek tê zanîn di sala 2005’an de li Almanyayê rojnameyeke bi navê Peyama Kurd dest bi weşanê kiribû.Rojnameya “Peyama Kurd” di dîroka çapameniya Kurdî de yekem Rojname bû, ku bi her 3 zaraveyên Kurdî (Soranî, Zazakî, Kurmancî) digihişte ber destê xwendevanên Kurd.Her wisa ev rojname yekem rojnameya Kurdî bû, ku bi firmayên Awrûpî yên belavkar li seranserî Awrûpayê dihate belavkirin û bi vî aweyî radestê xwendevanên xwe dibû.Lê ji ber hinek sedemên konjokturî “Peyama Kurd” nekarî jiyana xwe bidomîne û rawestiya; lê em îro vê mizgîniyê didin gelê xwe, ku malpera “Peyama Kurd” di roja 29.06.2016 an de, wê ji nû ve bi riya medyaya elektronîkî dest bi weşanê bike.