YNK û PKK dixwazin Başûr parçe bikin
Li gor nûçeyeke Resen Press YNK û PKK plan kiribûn ku şerekî bi xwînî li dijî PDK bi Serokayetiya Mesûd Barzanî û ji bo li nav birina Tevgera Goran ya bi Serokayetiya Newşîrwan Mistefa destpêbikin.
Ev plan pişta xwe bi hevkariya çekdarên her dû partiyên YNK û PKK û bi palpiştiya Yekîneyên Qudisî Îranî (Qasimî) û Fermandeya Operasyonî Dîcle (Abid El Amîrî) û hêzên çekdarên PYD li Suriye li xwe digre.
Li gor zanyariyan her dû partiyên YNK û PKK îtîfaq kirine ji bo perçe kirina axa Kurdistana Başur ku bi vî awayî Silêmanî û Hewlêr û navçeya Bakurê Kerkuk ji bo YNK û Necmeddîn daxwaza federalî buna Kerkukê dike bi (herêmekî serbixwe). Navçeyên çiyayî yên Behdînan û bingehên stratejiyên PKK li gel tevahiya axa rojavayê Kurdistanê jî ji bo PKK bin.
Her wiha çekdarên PYD û li gel çekdarên dinê hevpeyman wekî mînak çekdarên Mihemed Fars alîgirên rejîma Esed êrîşê bikin û ji aliyê rojava ve hevkariya maddî û ma’newî ya leşkerî bidin artêşa Surî û Iraqê.
Ji bo vê mebestê jî PKK hewl daye li gel Partiya Çareseriya Demokrasî ya ser bi PKK ku li başurê Kurdistanê karê rêkxistina xwe dikin ma’lumatên pêwîst bidin wan û her wiha bi hevkariya partiya PJAK aliyê çepê PKK û rêkxistina wan bê hişyar kirin ji bo têkdana rewşa emnî ya navçeyên cûdayên Kurdistanê. Çekdarên PYD bi hêceta revînê bi awayeke grup grup rû dikin Kurdistanê dikevin nav rêzên YPG.
Her wiha YNK ji bo ev plan serbikeve hewl daye li gel Malikî û Necmeddîn Kerîm bi cîh bike. Malikî palpiştiya xwe ji bo YNK û PKK bi maddî û manawî bi tevahî derbiriye û tê texmîn kirin peywendî li gel Ciburî hatiye kirin ku li navçeya Cizîreya Musil palpiştiya Ereban bide ku hevkariya wan bikin ji bo serkeftina wê planê.
Her wiha ji vê bernameyê PDK û Goran û Sosyalîstên Kurdistanê agahdar bûne.