Serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahiya Hukumeta Iraqê kir
Peyam serokweîrê Kurdistanê:
Bi boneya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, pîrozbahiyê li gelên Iraqê û Serokwezîrê Dr. Heyder Ebadî dikin û hêviya serkeftin jê re dixwazin. Hêvîdarin hikûmeta nû ya Iraqê, hikûmeta hemû pêkhateyan be û bibe sedema baştirbûna rewşa welat ji hemû aliyekî ve û bikaribe kêşeyan, bi taybetî peydakirina asayiş û aramî û nehiştina terorê areser bike, û hemû karîn û hewlên xwe bo bi dest xistina jiyaneke xweş û misogerkirina xizmetguzariyan bo gelê Iraqê bi dest bixe.
Herwiha hêvîdarin hikûmeta nû mifayê ji şaşiyên hikûmeta berê bibîne û pêngavên cîdî bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bavêje, da ku ew alozî careke din nebin sedema qels bûna Iraqê û şikestina hikûmetên wê.
Dubare em serkeftinê ji hikûmeta nû ya Iraqê re dixwazin.