Polîtîk

YNK-ê salvegera damezrandina PDK-ê pîroz kir

Birayên me yên birêz ên polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya hevpeyman,

Silavekî germ…

Di salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer de, em germtirîn pîrozbahî li we û bi rêya we jî pîrozbahî li hemû endam û alîgirên we dikin.

Bi me xweş em vê yadê bikin boneyeke din bo cextkirina li ser hevpeymaniya navbera me ku wek bingeheke xurt dizanin ji bo yekîtiya rêzên kurdeyatiyê û zemînesaziya wê hevpeymaniyê û hevhelwestî ku di vê qonaxê de jî bo bidestxistina erk û amancên hevbeş ên gelê me pêwîst e. Bi ya me erkên girîng ên kurdeyatî di niha de, bi hevpeymanî û hevrekarkirina YNK û PDK û hêzên kurdistanî yên din tên bidestxistin. Wek çawa erkên iraqiyan jî bi heman awayî, pêwîstî bi yek rêzê siyasî yên kurdistanî heye.

Wek derfet jî dizanin di vî warî de berfirehkirina hevpeymaniya kurdistanî di warê siyasî de nemaze di erkên hevbeş ên Iraq û navçeyê de, bi erkeke din a hevbeş dizanin û bi ya me berfirehkirina hevpeymaniya kurdistanê, rêzên kurdeyatî di vê qonaxê de bihêztir dike û şiyanên gelê me baştir ber bi amancan araste dike ku em di qonaxeke hestiyar de ne û ev dixwaze em hemû bi hevre destkeftên xwe bikin ku heta niha hatine bidestxistin û pêş bixin û arîşeyan çareser bikin.

Dubare em pîrozbahiya xwe pêşkeşî we dikin û pêbendbûna xwe bi kar û têkoşîna hevbeş a ji bo berjiwendiyên gelê me di asta pêşxistina hemû aliyên Kurdistan, akinciyên wê û yekkirina tevaya axa Kurdistana Iraqê bi şêweyekî destûrî  di çarçoveya Herêma Kurdistanê ku pirsa navçeyên dabirî dê çareser bike.

Êdî bo pêş ve ber bi Kurdistanekî avadan û pêşkeftitî û asûdetir.

Her serkeftî bin…

Polîtburoya YNK

16/8/2010

 

(PUKMedia)

Back to top button