Polîtîk

Serok Barzanî 64saliya PDKê pîroz kir

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û serokê Partiya Demokrata Kurdistanê bi minasebeta 64 saliya damezrandina PDK peyamke pîrozbahiyê pêşkeşî gelê Kurdistanê kir:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.

Bi minasebeta 64saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, gerimtirîn pîrozbahiya pêşkeşî tevaya gelê Kurdistanê, polîburoya, hemû kadiro,  endam, alîgir, pêşmergên mêrxas, malbatên serbilindên şehîdan û dostan dikim.

64saliya Partî, yada Barzaniyê nemir yê damezrênerê Partiyê, xebata pir serwerî û destkeftî ji bo gelê me di qonaxên cihê de, têxe br çavên gelê Kurdistanê û hemû gelên azadîwaz.

Di vê qonaxê de û di rewşa nuhaya Kurdistanê de hîkmet, dûrbînî û şarezayîya Barzaniyê nemir zêdetir zelal dibe ku di demeke pir aloza herêmî û cîhanî de tevaya hizir û îmkanên gelê me di yek rêxistina siyasîya sertaserî û cemawerî de civandin. Tecrûbeya xebata wan çend salan ji temenê pir şanaziyê Partiyê û pêdvîtiya dîrokê ji bo me eşkere kir ka çend Partî karî hêviyeke nû bide milet û nasnameya netewî ji fewtanê rizgar bike.

Cîyê bexteweriyê ye ku gelek ji wan armancên Partî ji bona wan hatiye damezrandin, îro bi destve hatine. Lê ya ku ji bo îro giringe parastina yekrêziya glê Kurdistanê ye ku xweşbextane Partî digel hevpeymanên xwe û bi taybetî digel Yekêtîya Niştimanîya Kurdistanê û hemû partiyên kurdistanî pêngavan ber bi ayîndeyekî geştir ji bo gelê me diavêje.
Di vê qonaxê de bi tenê behiskirina serweriyên berê bes nîne, lê karkirin bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê û çûna nav çîn û kategoriyên civaka kurdewarî, zanîna pêdvîtî û daxwazên xelkî û cîbicîkirina wan li gor dadweriya civakî pêwîste.

Rêya xebatê dijwar û dirêje û gelek armanc li pêşiya mene, ji ber hindê nûkirin û ruheke nû bo laşê Partî û bexşîna xwîna nû bo berdewam bûn li ser xebatê û bidestveanîna destketiyên pir buha bi pêngavên pêwîst dizanim. Bi taybetî kongereyê 13emîn ya partiya me li pêşiya meye ku wezêfeya me ya netewî û niştimanî girantir dike.

Em peymanê nû dikin ku li ser rêbaza kurdayetiyê û Barzaniyê nemir  berdewam bîn bo bidestveanîna hêvî û armancên dêrînên gelê Kurdistanê û piştevanîkirina pirosesa siyasî bo avakirina Îraqê bi awayekî nû û modern ku hemû pêkhatên Îraqê tê de bexterwer bin di çarçoveyê ew destûra baweriya piraniya îraqiyan bidest xistiye di ser hemûyan re jî cîbicîkirina madeya 140 ye.

Careke din pîroz be ev bîreweriya şikodar, rêz û hurmet bo canê pakijê şehîdên rêya rizgariyê û damezrênerê Partiyê Barzaniyê nemir.

 

Back to top button