Polîtîk

YNK daxûyaniya Hero berbiçav negirt

Polîtburoya YNKê peyamek derbarê namzedê serokkomariya Iraqê de ji parlamenterên Iraqê re rêkir. Ev peyam bi temamî li dijê daxûyaniya Hêro Ibrahim Ehmed ya di derbarê berbijêrê serokkomariya Iraqê de ye.Li gor peyama polîtburoya YNKê, berbijêrê YNKê Berhem Salih  kesekî nerm û xwedî hêz e.Polîtburoya YNKê daxwaz ji parlamenterên Iraqê kir deng bidin Berhem Salih ku bikare erkê serokkomariya Iraqê bidest bixe.Di heman nivîsê de amaje bi vê yekê jî hatiye kirin ku, pêwîste serokkomar li parlamentoya Iraqê bê helbijartin, ne ji aliyê fraksiyonên Kurdistanê ve, ku berevajî wê yekê Hêro Îbrahîm Ehmed helwêstê xwe ragehandibû ku fraksiyonên kurd namzedê serokkomarê Iraqê diyar bike.PDKê bi fermî Fuad Husên wek namzed bo erkê serokkomarê Iraqê diyar kir û YNKê jî Berhem Salih bo wî erkî kir namzed.

Back to top button