PolîtîkRojev

YNK bi xwe sivikayiyê bi Qubad Talebanî dike

Endamekî Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi fraksiyona PDKê rexneyên tund li ‘’beredayîtiya rêveberên YNKê’’ kir û dibêje bi wan karane ve berî her tiştî sivikayî û heqaretê li Qubad Talebanî dikin.

Parlamenterê PDKê Çiya Hemîd Şerîf ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNK bi saya wan beredayiyên ku naha rêveber dikin, ji aliyê dîplomatîk ve rewşeke xirab de ne û ev saleke berpirsê herî mezin ku rêveberên YNKê dîtibin ew jî, Qeys Xezelî û Malikî û Hadî Amrî û Elî Bapîr bûne. Ji ber wê jî çavê YNKê bi serkeftinên dîplomatîk ên serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbarnabe.’’

Çiya Hemîd Şerîf got, di cîha vê beredayiyîtiyê bila YNK dest ji qaçaxçîtî, dizî, gendelî, cehştî û talan kirina parê bankayan berde.

Çiya Hemîd Şerîf diyar kir: ‘’Roj bi roj Mesrûr Barzanî serkeftinên xwe yên dîplomatîk berdewam mezin dike. Li welatên kendav, Qeter û piştre jî ew pêşwazî kirina mezin û dîplomatîk a ji aliyê Brîtanya ve lê hate kirin. Çavê YNKê bi wan serkeftinan pêbarnabe. Berdewam hewl dide astengiyan ji bo kabîneya nehem çêbike. Lê ew nikarin bi wan karên kirêt rê li serkeftinên serokê hikûmetê bigrin û em baş dizanin dê berdewam bike û ew karane narawestin.’’

Bi baweriya Çiya Hemîd ji be YNK beşdarekî çalak ê hikûmetê ye û Qubad Talebanî li ser pişka YNKê cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê ye û gelek wezîr û payeyên bilind jî di dest de ye, lê bi roj heta demjimêr 14:00ê piştî nîvro YNKê beşdarê hikûmetê ye, lê piştî wê dibe opozîsyon.

Çiya Hemîd Şerîf diyar kir, ev reftarên YNKê sivikayî bi Qubad Talebanî kirine û mirov ecêb dimîne PDK, Gorran û aliyên din rêz li Qubad Talebanî û tîma YNKê digrin, lê partiya wî bixwe rêz li wî nagre. Ji aliyê din ve diziyê berdewam dike û dahat û bankayên Silêmaniyê dişelîne, ji aliyê din ve jî berdewam êrîşî hikûmetê dike ku tîma wan bixwe jî beşdare û sivikayiyê bi wan dikin.

YNK, berî herkesê sivikayiyê bi Qubad Talebanî dike

Back to top button