PolîtîkRojev

PDKS: PYD tawanbar e!

Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye PDK-Sê di derbarê şewitandina ofîsên xwe û yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê -ENKSê de daxuyaniyek ragihand.

PDK-Sê didexûyakirin ku,  şeva 20ê Nîsanê ofîseke wan tevî ofîsên ENKS û Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye-PYKSê li bajarê Kobaniyê hatine şewitandin.

Li gorî zanyariyan, hejmarek ji firoşgeh û dukanên nêzîkî nivîsgeha PDK-Sê ya li Kobaniyê jî şewitîn.

Di daxuyaniya xwe de, PDK-S hinek grûpên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve bi êrîşkirin û şewitandina ofîsên xwe û aliyên din tohmetbar dike.

Şevê din li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ofîsên PDK-S û ENKS hatin şewitandin.

Endamê Polîtboruya PDK-Sê Mislim Mihemed di derbarê êrişê de got “Li Kobanî êrîş li ser ofîsên Partiya Demokrata Kurdistanê PDK-S û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê hat kirin û ofîs hatin şewitandin.”

Herwiha Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso jî ji Rûdawê re got “Li Kobaniyê ofîsên 3 partiyan yên PDKS, ENKS û Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye hatine şewityandin.”

Di beşeke daxuyaniya xwe de, PDK-S herwiha grûpên ser bi PYDê ve tohmetbar dike ku ofîsên wê û ENKSê yên li Dêrikê, Dirbêsiyê û Hesekê jî şewitandine.

Di 19ê Nîsanê de Ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye ya li bajarê Hesekê hatibû şewitandin. Şevek beriya wê di 18ê Nîsana 2022an du ofîsên din ên ser bi ENKSê û partiyên wê ve li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hatibûn şewitandin; Yek ji wan, Ofîsa Encûmena Xwecihî ya ENKSê û ya din Ofîsa PDK-Sê ya li bajarê bû.

Rêveberiya Xweser û Asayişa Rêveberiya Xweser heta niha derbarê şewitandina ofîsên ENKSê de ti daxuyanî û zelalkirinek nedane.

Herwiha heta niha ti kesek ji ber êrişa ser ofîsên ser bi ENKSê ve û şewitandina wan nehatiye desteserkirin.

ENKSê di daxuyaniyekê de berpirsyariya êrişan xistiye stuyê Psrtiya Yekîtiya Demokratîk (PYD). Berpirsên ENKSê dibêjin, rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger a ser bi PYDê ve berpirsyarê wan êrişan e.

Back to top button