YNK bi listeyek serbixwe tevlî hilbijartina dibe
Plitburoya YNKê li Hewlêr di serokatiya Kosret Resûl de civîne xwe kir.Li gora ragihandina Puk Media Politburuya YNKê di vê civînê de giranî li ser hilbijartinên herêma Kurdistanê sekiniye.
Di encam de biryar dane ku,YNK bi serê xwe ne bi lîsteyek hevbeş tevlî hilbijartina bibin.
Herweha di civînê de behsa hevkariya stratejik di navbera PDKê û YNKê de jî hatiye kirin.
Pulitburoya YNKê dide xuyakirin ku, dê ew li gel hevkariya stratejik ya PDKê bûn. Lê wê li gora xwe pêwendiyên din jî li aliyên siyasî re û li gel opozisyonê jî deynin û hevkariyên din jî çêbikin.
Endamê Politburuya YNK Cundiyanî daye xuyakirin ku ewê li ser van biryaran li gel PDKê di nawenda YNKê li Hewlêr civînekî hevbeş pêkbînin.
Piştî vê civînê pirsek din dikevê rojeva siyasî, gelo hevkariya stratejik di navbera PDKê û YNKê ve berbi kûve diçe? Yan jî pêwîste ku ev hevkarî berbiçav re ji aliyê herdu partiyan bête derbas kirin û formek nû ji bo vê hevkariya stratejik bê dîtin. Dixweyê di rojên pêşiya me de, ev yek dibê babetê gotubêjan.