YNK beşdarî hikûmeta nû dibe

Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, dê beşdarî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bibe. YNKê her wiha namzedên xwe yên cîgirê serokwezîr jî destnîşan kir.

Jêderekî ji YNKê ji Rûdawê re got, YNK dê beşdarî hikûmeta nû bibe her wiha biryar hat dayîn endamê polîtburoyê Qadir Hemecan û kurê Sekreterê Giştî yê YNKê, Qubad Talebanî wek namzedên wergirtina cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kabîneya nû de hatin destnîşankirin.
YNK di hilbijartinên 21ê Îlona par ên Parlamentoya Kurdistanê de di rêza sêyemîn de cî girtibû. Her wiha li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên 30ê Nîsana îsal ên Iraq û Herêma Kurdistanê, YNK dîsa di rêza sêyemîn de û li pey PDK û Goranê cîh girtiye.

Pişka YNKê di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de wiha ye: Cîgirê Serokwezîr, Wezarta Rewşenbîriyê, Wezareta Avedankirinê, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan.

Lê YNK ji pişka xwe razî nîne û daxwaza Wezareta Navxwe, ku PDK ji xwe re hilgirtiye, jî dike.

Nerîna min :