YNK astenge di rêya pêşveçûna Kurdistanê de

Damezirandina hukumeta nû ya herêma Kurdistanê dûr ket, eve demek dirêje hilbijartin li Kurdistanê encam dayîn,lê hukumet nayê damezirandin. Sedemê bingehîn ya vê yekê helwesta YNKê ya ne zelale.
Ji bo avakirina hukumetê wek partiya yekem PDKê li gel gelek aliyan hevdîtin pêkanîn, di encama van hevdîtinan de li gel Tevgera Goran li hevhatin ji bo avakirina hukumeta nû herdu aliyan di nava xwe de peymanek îmze kirin. Herweha dê pêkhatên Kurdistanê jî tevlî avakirina hukumeta nû bibin.
PDK ji bo rewşa taybet a Kurdistanê hewldide ku YNK jî di nav prosesa avakirina hukumeta nûde cih bigre. Ji bo vê yekê bi dehan civîn li gel YNKê kirin. Lê YNK nikare biryarekî bide. Di nava YNKê de herkes bi serê xwe xwedî biryarekîye, hêdî YNK ne wek rêxistinek siyasî kar dike û tu nirxek rêxistinî di nava wan de nemaye.
Gelek sedemên cuda ji vê helwesta YNKê re têne nîşandan, lê di rastiya xwe de YNK wek aliyek siyasî nemaye û têkçûye. Hêdî di rêya îstikrara Kurdistanê de û pêşkeftina prosesa siyasî de bûye asteng. PDK ji bo vê astenga destçêkirî derbas bibe bawer dike ku, divê bi çi awayî be YNK di nava hukumeta Kurdistanê de cih bigre. PDK li ser vê baweriyê hewldana dike. Lê YNK ne bi etîka siyasî tevdigerê û vê helwesta PDKê suistimal dike. Ji bo wezaretek zêde, yan jî postekî zêde destbêxe xwe gelekî nivz dike û niha ketiye erdê û cihê nivzbûnê jî nemaye.
Dê ev yek heta kengê dewam bike nayê zanîn, lê her roja diçe ji kîs Kurdistanê diçe, Kurdistan zererê ji vêyekê dibîne.
Di bingehê xwe de PDK , Tevgera Goran û Pêkhatiyên Kurdistanê xwedî piraniyek mutlakin di parlementoyê de. Dikarin serokê herêmê hilbijêrin da ku hukumeta nû jî bê damezirandin. Lê Helwesta PDK ya ku divê YNK jî di vê prosesê de cih bigre dibe sedema paşxistina pêvajoyê.
Kesek wek PDKê YNKê nas nake dizanê di çi rewşê de ye û ji hevketiye, PDK dest dide pişt YNKê da kû bi temamî têk neçe, lê YNK herifiye tu kes nikare YNKê xilas bike.
Her civîna di navbera PDKê û YNKê de pêktê wek civên bi erênî tên ragihandin, lê berpirsek yê YNKê bi daxûyaniyekî dikare hemû pêvajoyê têk bide. YNK di nava xwe de şerê desthilatê dike, şerê destxistina posta dike. Ji bo vê yekê jî nikare biryarekî bide.
Mixabin li Kurdistanê ev rewşa YNKê eşkere berçavê xelkê nayê gotubêj kirin, di vî warî de medya pêwiste YNK û siyaseta ku rêve dibe gotubêj bike û rojane vê yekê bike babetek heta ku hukumeta nû bê avakirin. Mixabin ji ber hinek hesabên siyasî ev yek nayê kirin û tu feyada gotinê jî nemaye.
Ev rewş jî di çerçova têgihandina siyasî li Kurdistanê de tê gotubêj kirin..
Ji bo ku parlemento dest karê xwe bike, YNKê cardin asteng derêxistin, lê helwestek rast hate nîşandan û Parlemento bê ku YNK beşdar bibe, desteya xwe ya serokatiyê hilbijart û dest karê xwe kir. Gerek di pêvajoya damezirandina hukumetê de jî, heman helwest bête danîn.
16.4.2019
Analîz/ N. Firat