Polîtîk

Tirkiye û YPG di herêma ewlehî de cih nagirin

Amerîka radigihîne: Di herêma ewle ya Suriyeyê de YPG û Tirkiye cih nagrin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo kar û barên Suriyeyê James Jeffrey dibêje ew xem û dilgiraniyên Tirkiyeyê yên di derbarê YPGyê de têdigihin û ji bo çareseriya siyasî ya krîza Suriyeyê, danûstandinên wan digel Tirkiyeyê berdewam in.

Jeffrey eşkere dike ko ew ji bo avakirina herêmeke ewle ya li Suriyeyê pilanek dikin. Li gor wê pilanê di herêma ewle de YPG û Tirkiye cih nagrin. Lê heta niha wan nekarîne Tirkiyeyê ji bo vê pilanê razî bikin.

Back to top button