Nivîsar

Yekitiyek Netewî li ser bingehê ragihandina dewletek Kurdî

Hêza çekdarên  DAÎŞ Musil vegirt û berbi nava Iraqê ve rê keft. Di du rojan de bajarên wek Feluca, Rumadî û Tikrit girt. Yanî bi awayek din çekdarên DÎAŞ çend rojekî de bi hêzek leşkerî cihên ku Suneyên Ereb lê dijîn kir di bin kontrola xwe de.

Têzanîn ku ev ne pirsa DAÎŞe. Hemu Sune li Iraqê bûne yek û kevne Besiyên Iraqê di nava vê projeyê de ne. Li tu deverek ku sune lê dijîn hêzên DÎAŞê re asteng çênebûn.

Hêzên çekdarên Iraqê tu berxwedan nîşan nedan û cil û berg û herweha gelek çekên giran hiştin û reviyan. Di cih de pêşmergeyên Kurdistanê her devereka ku kurd lê dijîn kirin di bin kontrola xwe de.  Ji sinorê Suriye heta sinorê Îranê pêşmergeyan kontrol kir û Kerkuk jî bi temamî girtin.

Armanc ew bû ku, tu hêzek nekaribe kurdan biêşîne û bikuje. Herweha xaka Kurdistanê ji hemû hêzên dijmin bête parastin. Hêzên Iraqê yên heta demek kin Kurdistan tehdît dikiran, taybetî hêzên Malikî yên taybet wek hêza Dicle, cihê xwe ji Pêşnergeyan re hişt û baz da. Gelek Kurdên di nava artêşa Iraqê de gihan hêzên pêşmergeyan.

Li Başûrê kurdistanê 3 bûyerên siyasî, mirovayetî û netewî pêkhatin. Pêşmerge xaka Kurdistanê parast. Hukumeta Kurdistanê xelkên ji bajarên Musil û nav ereban reviyan hemêz kir û cih da wan û pêşwazî li nêzikî milyonek insan kir. Ji bajarên Kurdistanê xelkê û dezgehên xwerxazî ji bo pêdivîyên penaberan pêkbînin ketin di nava çalakiye kî de.

Hemû partiyên Kurdistana Başûr di vê bûyerê de bû yek deng. Bêguman ev gelek tiştên girîngin. Ji ber ku ev yek rê li Yekitiyek Netewî li ser bingehê ragihandina dewletek Kurdî vedike.
Bawer nakim hêdî hêzên Kurdan deverên ku lê cih bûyîn derkevin. Bi awayek din madda 140 bi De Fakto cih bû.

Kurdan ispat kir ku ew di herêmê de sedemek bingehîn yê îstikrara siyasî û civakîne. Herweha hêdî ragihandina dewletek Kurdî bû pêwistiyek.

Heja em lê dinirên ku taybetî li Tirkiye gelek Kemalist û rojnameyên wan, nijadperestên Tirk dibêjin em herin Musil û Kerkukê vegirin û tevlî axa Tirkiye bikin. Hinek jî dibêjin em Musil û Kerkukê vegirin bila Kurd û Tirk bi hevre bijîn.

Hinek ji Tirkan jî dibêjin ew rewş kêrî kurdan hat. Lê kesek devê wan nagerê rastiya li herêmê heyî bibîne.

Niha ji bo ku Kurd dewletek Kurdistanî ragihînin firsendek dîrokî derketiye holê. Ji xwe di pratikê de, ev yek dema pêşmerge sinorên Kurdistana Başûr kirin di bin kontrola xwe de pêkhatiye. Niha pêwistî bi biryara siyasî heye û pişgiriya dîplomatîk li cîhanê.

Ji bo vê yekê firsendek din dîrokî derketiye holê ku kurd di rêya ragihandina dewletê de yekitiya xwe pêkbînin. Ev yekitî li ser bingehê xeta netewî jiyanê dibîne.

Li Bakurê Kurdistanê Ciwan ji bo tevlî hêzên Pêşmerge bibin navên xwe dinivîsînin. Tevgera Ciwanên Kurdistanê di vê derbarê de daxuyaniyek belav kir û heta niha bi sedan ciwanan navên xwe nivîsandine.

Hemû hêzên pêşmergeyên qehreman li Kurdistana Başûr heviya fermana serokê Kurdistanêne. Pêşmergeyên Kurdistanê bûn nawenda demana jiyana gelên Kurdistanê.
Herweha hêvî ew ku navenda demana siyaseta Kurdistanê jî bête ragihandin. Ew jî dewletek Kurdistani ye.

13.6.2014

Dara Bilek

Back to top button