Yekîtîya Perwerdekarên Kurdistanê
Ji raya giştî ya Kurdistanê re!
Di roja 16.04.2014 de, bi beşdarbûna nêzîkê 60 xebatkarên perwerdeyîyê li Diyarbekirê civînek hate lidarxistin. Di vê civînê de, der barê pirsgirêkên rêxistinbûna perwerdekarên Kurdistanê û qada xebata wan de fikrên ciyawaz hatin pêşkêşkirin û nirixandin.
Di encama gengeşî û nirixandinan de; di çarçoveya nirx û destkevtîyên şarezayîya dinya sedsala 21. de, ku bûyerên sîyasî û civakî yên Rojhelatanavîn û bi taybetî jî rewşa Turkiyê û çar alîyên Kurdistanê di ber çavan re bête girtin, ji bo bidestxistin û pêşxistina mafên netewî û demokratîk ên miletê kurd, hewcedarîya pêkanîna sazîyên perwerdeyî yên pirzimanî û pirkulturî, wek pêdivîyeke berçav hatîye dîyarkirin û li ser rêgezên jêrîn hemfikrî çêbûye.
1- Hewldana me mafê çarenûsîya milletê kurd; -di şiklê dewleteke serbixwe yan jî federe de be- bê şert û merc diparêze, esas qebûl dike û dixwaze rêz li îradeya azad a milletê kurd bête girtin.
2- Cemîyete Teavûn û Terakkî ya Kurdan (Komeleya Piştgirî û Pêşkevtina Kurdan) ku sala 1908ê hatibû avakirin, di bernameya xwe de weha daxwaz kiribû: “Divê zimanê kurdî wek zimanê fermî bête qebûlkirin û di Kurdistanê de perwerdeyî bête pêşxistin.” Îro jî ev yek daxwaz û armanca me ya bingehîn e û em xwe wek mîrasgirê vê kevneşopê dibînin. Di çarçoveya vê daxwaza bingehîn de, em dixwazin zimanê kurdî bi tevî dîyalektên xwe yên kurmancî û zazakî di Kurdistanê de; di hemû qonaxên perwerdeyî û sazîyên giştî de bibe zimanê yekemîn (fermî) û hemû sîstema perwerdeyî li gorî pêdivî û rastîya civaka Kurdistanê ji nû ve bête duristkirin.
3- Hewldana me, dê modela rêxistinê (sendîqa, komele, yekîtî û wd.) di civîna berfirehkirî ya paşerojê de dîyar bike; hetanî wê demê dê bi navê “Hewldana Yekîtîya Perwerdekarên Kurdistanê” xebata xwe bidomîne.
4- Berîya ku kurdî wek zimanê perwerdeyî bête qebûlkirin, Hewldana me, di çarçoveya armanca dîyarkirî de, ji bo perwerdekirina mamosteyan, amadekirina materyalên dersê yan jî ji bo piştgirîkirina xebatên wisa; dixwaze der heqê ziman û perwerdeyîya zimanê kurdî de weşaneke berdewamî derbixe, ji bo mamosteyan qursên ziman dirust bike û wd. xebatên cûr bi cûr pêk bîne.
5- Berîya ku daxwazên neteweyî bêne bicîkirin, em dê hemû mafên neteweyî û demokratîk ên perwerdekaran biparêzin. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku di sîstema heyî de hînkarî û perwerdeyîya bi zimanê kurdî pêk bê, divê ji alîyê akademîk û formasyonê ve mamosteyên têrûtije bêne perwerdekirin, beşên Edeb û Zimanê Kurdî bêne zêdekirin û mamosteyên ku ji van beşan mezun dibin, unwanên wan ên akademîk û destbikarkirina wan bi yasayê ve bête girêdan.
Dema ku hedefên meslekî û netewî yên Hewldana Yekîtîya Perwerdekarên Kurdistanê pêk bên, bêguman dê tesîra wan a li ser xwendekaran jî dîyar bibe. Wê demê her yek xwendekarê me dê hîn bêtir bibin berhemdar û takekesekî bixwebawer.
Ew ên ku armanc û rêgezên esasî yên jorîn diparêzin; hemû perwerdekarên Kurdistanî yên xwedî hesasîyetên netewî û meslekî û demokratîk, ji bo pêkanîna sazîyên xomalî bibin yek. Ji bo vê armancê, Hewldana Yekîtîya Perwerdekaran, hemû perwerdekarên Kurdistanê dawetê serkêşîkirin, rênîşandan û damezrênerîya sazîya xwe dikin.
Civîna me ya dahatûyê, di destpêka meha 10an de çêdibe, di vê civînê de wê bername û rêznameya me jî bête amadekirin. Ev daxuyanîya me ji bo hemû perwerdekarên Kurdistanê ye.
19.06.2014
Hewldana Yekîtîya Perwerdekarên Kurdistanê