PolîtîkRojev

Yekîtiya Ewrupa: Em amadene sizayê li ser tirkiyê da bisepênîn

Her heft dewletên Ewrupayî yên ser li qeraxa Deryaya Navîn li dawiya lutkeya xwe ya di derbarê Rojhilatê Deryaya Navîn tekez li ser amadebûna xwe ya sepandina sizayên li ser tirkiyê da kirin.

Dewletên Ewrupayî yên endamê komeleya “Med 7” li daxuyaniya lutkeya xwe ya dawî de, ku li roja pênçşem li girava “Korsîka” ya Fransa hate encamdan, tekez li ser piştevaniya li Qibris û Yunanîstanê ya li “rûbirûbûna destdirêjiyên tirkiye ya li ser serwerî û mafên serweriyên wan du welatan” kirin.

Komeleyê daxwaz ji welatên Deryaya Navîn kir rêz li yasayên navdewletî bigrin, bi taybetî yasaya deryayên navdewletî û ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya guftûgo û danûstandinan wan han û teşwiq jî dikin.

Back to top button