Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî rewşa Iraqê guftûgo kirin

Berî nîvroya îro în 11/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqa Federal kir.

Li civînê de rewşa giştî ya welat û dosyayên hevbeşên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û her du alî tekez li ser girîngiya yekrêzî û yek helwestiya rûbirûbûna rewşê û gefên niha kir.

Her du alî dakokiyê li girîngiya guftûgoya Hewlêr – Bexda ya li ser bingeha destûr û gihîştina bi çareseriyeke bingehîn kir ku xizmetê bi tevahiya welat û pêkhatên wê bike.

Li civînê de tekez li ser berdewamiya alîkarî û hemahengiya emnî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna terorîstên Da’îş kir, bi awayek aramiyê dabîn bike û hevkar bê ji bo vegerandina koçberan û birêveçûna hilbijartineke serkeftî ku îrade û daxwaza welatiyan pêkbîne.

Nerîna min :