Civak
Yekîtiya Ewropa pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kir
Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê, Ramon Blecua pêşwazî li berbijêrkirina her yek ji Nêçîrvan Barzanî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî bo posta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike û pîrozbahî li wan kir.
Ramon Blecua di peyamekê de li ser hesaba xwe ya twîterê, ji ber berbijêrkirina wan ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve bo herdu postên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kir.