Me û PAKê bi hevra biryar daye, ku bi kandidên serbixwe beşdarê hilbijartinê bibin
Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistanê Mesud Tek bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Serokkomar, gefa vîna gelê Kurd dixwe û dibêje, ku şaredariyên, ku têne hilbijartinê, ne bi gor dilê me be, wekî berê emê şuna wan qeyuman destnişan bikin.
Tek diderbarê hilbijartinên herîmî got: Tevgera Kurd divê di vê hilbijartinê da jî nişan bide, ku dixwaze li welatê xwe da bibe desthilatdar û welatê xwe bi xwe birêva bibe.
HEVPEYVÎN:
Rojevakurd : Hilbijartinên herêmî rewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?
Mesud tek : Hilbijartina herêmî ya sala 2019an di rewşeka gelek nebaş û xirap de wê bê çêkirinê. Qanunên hilbijartin û partiyên siyasî yên ne demokratîk, ku armanca wan pêşîlêgirtin û tengeber kirina xebata partiyên Kurdan e, her wekî li ciyê xwe mane.
Têda û fişar li ser hêzên demokratîk, bi taybetî li ser siyasetê Kurd roj bo roj zêdetir dibe. Roj nine, ku çend Kurd yên, ku rêvebirên partî ne û bi siyasetê va mujil in, neyêne girtin. Zindanên Tirkiyê bi zindaniyên siyasî, ku piraniya wan Kurd in û nunerên Kurdan ve dagirtiye.
Serokkomar, gefa vîna gelê Kurd dixwe û dibêje, ku şaredariyên, ku têne hilbijartinê, ne bi gor dilê me be, wekî berê emê şuna wan qeyuman destnişan bikin.
Serokkomar herroj gefa Kurdistana Rojava, Şengal û Qendîl dixwe û behsa dagir kirina van deveran dike û ji bona vê armancê jî li ser tixubên Başur û Rojava leşkerkêşî her berdewam e.
Ligel evqas malvîranî û kavilbûnê welat, hikumeta Tirkiyê derbareyê pirsa Kurd siyaseta kevn a dewletê bi rêva dibe û dixwaze pirsa Kurd bi tank û top û firoke çareser bike. Ji ber vê li Kurdistana bakur her roj operasyonê leşkerî têne çêkirinê û mîlîtarîzê kirina Bakur roj bi roj xurttir dibe.
Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?
Partî û aliyên siyasî Kurd herwekî hemû hilbijartinê, divê di vê hilbijartinê da berjewendiyên gel û welat li ber çav bigrin.
Hilbijartina herêmî ji bona Kurd gelek girîng e. Tevgera Kurd divê di vê hilbijartinê da jî nişan bide, ku dixwaze li welatê xwe da bibe desthilatdar û welatê xwe bi xwe birêva bibe.
Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê, bona bi dest xistina mafên netewî û demokratîk, divê hilbijartina herêmî bikine zemînek û xebata xwe a siyasî û demokratîk pêş va bibin.
Partî û hêzên siyasî di vê hilbijartinê da divê bi hestyarî tevbigerin, di warê gotarê da sazger bin û karê usa nekin ku zirar bigihînin pêyvendiya partiyên Kurdistanê.
Hinek aliyên Kurda ji nihave kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawa dinirxînin û helwesta aliyên siyasî çaw dibînin?
Bi min hemû partiyên Kurdistanê derheqa halwesta xwe biryarên pêwîst dane û bi şiklên cur bi cur pêşkeşê bîrurayê Kurdistanê jî kirine.
Halwestên partiyên Kurdistanê di vê hilbijartinê da ne yek, cuda ne û ev yêka hanê jî tiştekê siruştî ye.
Giftugo bona pêkanina hevkarî di nava hinek partiyan da berdewam e, ku em wekî PSK têda ninin.
Em û PAK bi hevra biryar daye, ku bi kandidên serbixwe beşdarê hilbijartinê bin û bona vê armancê jî me komxebatek jî çêkir. Em dixwazin îtîfaqa me bi beşdariya partiyên dinê û kesên serbixwe ve berfirehtir be. Xebata PAK û PSK di vî warê da her berdewam e.
Hun pêkanîna Tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerek li ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî pê avakirin?
Be guman ne tenê hilbijartina hanê, di hemû pevajoya xebata azadiye da pekanina tîfaq pewîst e û bona serketinê mercekî serekî ye.
Herwekî min got hinek partî bona ava kirina hevkarî giftugo dikin û em û PAK jî me biryar daye, ku pêkve beşdarê hilbijartinê bin û tîfaqa xwe bi beşdariya partiyên dinê û kesen serbixwe ve firehtir bikin.
Bi gor me tifaqa Kurdistanî divê li ser bingeha netewî û bona bi dest xistina mafên netewî û demokratîk be ava kirinê.
Dil dixwest hemu aliyên siyasî pêkve beşdarê hilbijartinê bibana. Lê belê ji ber hinek sedeman ev yêka pêknehat. Ku bi min ev yêka jî siruştî ye.
Tifaqa PAK û PSK dixwaze nişan bide, ku siyaseta Kurdistana Bakur yek deng yek renk nîne, pir rengî û pir dengî ye.
Em dixwazin nişan bidin, ku bîlî ji “siyaseta qayum” û “siyaseta xendekan”, siyaseteka dinê jî heye.
Em bedîle tî partî û rêxistinên demokratîk û welatparêz û hevkariya wan ninin.
Em di gotar û kar û xebata xwe yên hilbijartinê da bi hestyarî tevbigerin û daxwazê me ji hemu aliyan jî ev e, ku bi hestyarî tevbigerin, daku zirar nedine doza Kurdistanê.
05.12.18
Mesud Tek