Polîtîk

Yekgirtu li gel refarandum a serxebûnê ye

Endamekî Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ragihand ku, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê guncaw e û ti demek di dîroka Herêma Kurdistanê de wek qonaxa niha baş nebûye bo serxwebûnê û dirustbûna dewleta Kurdistanê, lewma em wek Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî bi hemû awayekî piştgiriyê li her hewl û tevgerekê ber bi referandûmê ve dikin.Xazî Seîd Endamê Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bêguman yekrêzî, bingeh e bo her pêşkeftinekê, di vî warî û di her warekî din de, lewma pêwîst e hemû aliyên siyasî yeknêrîn bin li ser mijara referandûmê û dewleta Kurdistanê. Pirsa referandûmê pirseke girîng e. 100 sal bi ser rêkeftina Sakis Bîko re derbas dibe û îro rewşa Herêma Kurdistanê baş e guncaw e bo serxwebûnê û dewleta Kurdistanê, lewma pêwîst e hemû alî li ser vê mijarê xwe bikin yek, da ku gelê kurd bigihê hêvî û awatên xwe.”Seîd ragihand ku, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê guncaw e û ti demek di dîroka Herêma Kurdistanê de wek qonaxa niha baş nebûye bo serxwebûnê û dirustbûna dewleta Kurdistanê, lewma em wek Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî bi hemû awayekî piştgiriyê li her hewl û tevgerekê ber bi referandûmê ve dikin.

Back to top button