Yekgirtu: Divê PDK daxaz lêburînê bike
Piştî komîteya lêkolîna bûyerên Zaxoyê ku bi fermana serokê herêma Kurdistanê hatibû pêkanîn, encamên lêkolînê ji raya gistî re berçav kirin, duhî polîtbûroya Yakgirtuya Îslamiya Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de encamên lêkolîn red kirin.
Polîtborûya Yekgirtuya Îslamî di daxuyaniya xwe de encamên lêkolînê qebûl nake û daxaz dike ku Partiya Demokrata Kurdistanê daxaz lêburînê ji Yekgirtuya Îslamî bike.
Di heman demê de Selahedîn Babekir berdefkê Yekgirtuya Îslamî dibêje:
– Polîtbûroya partiya me encamên lêkolînê red dike û divê PDK daxaza lêburînê ji Yekgirtuya Îslamî û xelkê Kurdistanê bike.
– Rapora komîteya lêkolînê yekgirtuya Îslamî û saziyên wê yên ragehandinê û kesatiyên wê bi paldanan xelkê ku êrîş bikin tawanbar dike û ev yek jî tomeyteke ne rewaye.
Di bersiva daxuyaniya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê de, duhî berdefkê Partiya Demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku PDK daxaz lêburînê nake û ew daxaza Yekgiru ku PDK daxaz lêburînê bike daxazke ne rewaye.
Di bersiva daxuyaniya polîtbûroya yekgirtuya Îslamî de, Cafer Îbrahîm berdefkê PDK got:
– Daxuyaniya Yekgirtuya Îslamî li hember encamên lêkolîna bûyerên Badînan daxuyaniyeke mîzacî ye.
– PDK daxaz lêburînê ji Yekgirtua Îslamî nake û daxaza wan daxzeke nerwaye.
Cafer Îbrahîm ew yek jî got ku piştî ragehandina encamên lêkolîna bûyerên Badînan, pêwstî bû hemû alî bi wan encaman pabend bûna.